Jinên di febrîqeya peçeteyê de dixebitin: Divê meaşê me zêdetir be 2020-08-06 09:02:43   AMED - Jinên ku li fabrikaya peçeteyê dixebitin diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên aboriyê ew gelek zehmetiyan dibînin û mecbûr in ku di nava şerdên dijwar de bixebitin.    Jin û zarokên Palûkê yê Sûrê ya Amedê ji ber derfetên kêm û pirsgirêkên aboriyê berê xwe didin fabrikaya peçeteyê û bi wî awayî debara xwe dikin. Jinên ku li fabrîkayê dixebitin ji ajansa me re axivîn.   'Min jî ji bo xebatê xwe mecbur hîs kir'   Kubra Aydin ku ji ber pirsgirêkên aboriyê dev ji dinbistanê berdaye 2 sal in li vê fabrîkayê dixebite. Kubra wiha got: “Ji bo xwendina dibistanê derfetên min têrî nedikirin. Jixwe li gund piranî kes ji ber pirsgirêkên aborî û bêderfetiyê dev ji dibistanan berdidin û ji bo xebatê diçin cihên din. Min jî ji bo xebatê xwe mecbur hîs kir. Min ji berê de li ser zeviyan paletî dikir lê ew kar ji bo min gelek zor hat. Ji ber vê min dev ji wî karê jî berda û niha di vê fabrîkayê de dixebitim. Em serê sibehê saet di 7’an de dest bi kar dikin û heya 5’ê êvarê li ser kar in. Ev kar ji karê din rehettir tê ji min re. Berê zêdetir karker hebûn. Niha em du jin tenê dixebitin û lawikên hostayê me jî ligel me dixebitin.”   'Em zêde li ser piyan disekinin'   Kubra di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Helbet dijwaritiya her karî heye. Ji ber ku di her karî de kedek heye. Dijwartiya vî karî jî herî zêde ew e ku em zêde li ser piyan disekinin. Her wiha ji bo derketina derve jî derfetên me ewqas tune. Em tenê diçin fabrîqe û malê. Ji xeynî vê tiştekî ku em bikin tune ye.”   'Divê meaşê me zêdetir be'   Şevîn Demîr jî her havînan ji bo ku debara xwe bike dixebite wiha axivî: "Ji bo ku pêdiviya min bi kar heye li vê fabrîqeyê dixebitim. Ez xwendevan im û ji aliyê aboriyê dikevim tengasiyê. Li vir zêde xwendevan tune lê ku hebin jî her tim bi qeyranekê rûbirû ne. Ango di nava şerd û mercên dijwar de dixwînin. Em zêde li ser piyan disekinin û ji ber vê carinan pişt û piyên me diêşin. Her wiha berê bêhtir karker hebûn. Ji ber vê yekê meaşê me kêm bû. Lê niha hejmara karkeran jî kêm e lê dîsa meaşê me kêm e. Divê meaşê me zêdetir be.”