Ozlem Aşkan a tahînê çêdike, li dijî krîza aborî têdikoşe 2020-08-05 09:05:53   WAN - Ozlem Aşkan ku hilberîna tahînê dike û berhemên keda destên jinan yên ji bajarên cuda tîne difroşe, niha ji ber krîza aborî rojên zehmet dijî. Ozlemê got: “Ji ber krîzê ez di şertên giran de dukanê vedikim.”   Esnafên di pêvajoya Vîrusa Koronayê de bi mehan dukan venekirin, piştî pêvajoya normalbûnê jî bi deynekî mezin dest bi kar kirin. Esnafên nikarin kirê, fatureyên av û ceyranê bidin zehmetiyan dikşînin û li dijî krîza aborî têdikoşin. Ozlem Aşkan ya li Îpekyolê ya Wanê dijî navenda çêkirina tahînê dide xebitandin. Ozlem li ser kolana Îkî Nîsanê sê sal berê ‘Tahîna Aşê Kevir’ vekir û her wiha berhemên keda destên jinan yên ji bajarê cuda tîne difroşe.   ‘Keda li malê nayê dîtin’   Ozlemê diyar dike ku hilberîna tahîna germ dike û difroşe û her wiha got ku li Wanê yekem car wê ev kar kiriye û got: “Min ji jinan re jî îstîhdam vekir. Jin li malê çiqas bixebite jî keda wan nayê dîtin. Armanca min ev bû ku ji jinan re qada îstîhdamê vebikin û bila di alî aborî de li ser piyên xwe bisekinin. Lê li vir yekane zehmetiya xebatê li dijî krîza aborî têkoşîn e.”   ‘Ji destên jinan derdikeve’   Ozlemê got ji Edeneyê ava şalgamê, helaw, ji Sêrtê dims û reçel, ji Aydinê reçelê hêjîran, ji Dîlokê ava firingiyan û ji Fethiyeyê jî zeytûnan tîne dukana xwe û got: “Hemû berhem ji destên jinan dertên. Mişteriyê tên jî fêm dikin ku ji destê jinan derketiye.”   ‘Ez nikarim kirêya dikanê bidim’   Ozlemê destnîşan kir ku çêkirina tahînê gelek zehmet e û got: “Karekî zehmet e, ez tenê dixebitim, çewalê kunciyan bi tenê vala dikim aş. Ez ji karê xwe hez dikim. Tahîn tenê di mehên havînê û meha Remezanê de tê firotin. Ji ber vê ez nikarim kirêya dikanê derbixim. Ji ber krîzê ez niha hewl didim xwe li ser piyan bigirim.”