'Jin bi rihê komînal projeya aboriyê bi ser dixin' 2020-08-02 09:07:11   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di projeya aborî ya li kampa Serdem a Kantona Şehbayê de kar dikin wiha gotin: "Ev proje gelek girîng e ji ber jin bi keda destên xwe ji civakê re amadekariya zivistanê dike û sûd jê werdigire."   Bi armanca piştgiriya jinên Efrînê yên berxwedêr ên di kampan de, Meclîsa Kampa Serdemê ya Şehbayê projeya xurtkirina aboriya jinê bi piştgiriya 29 kes ji kampê, ku her kesekî ango endama vê projeyê bi rêjeya 200 hezar lîraya Sûrî tevlî bûn, hate destpêkirin. Di vê projeyê de bi dehan jin kar dikin. Ev proje amadekariya pêdîviyên xwarinê yên demsala zivistanê dike. Ji bo zivistanê wek giyayê milûxiyê, bamya, ava îsotan û bacanê sor tê amadekirin. Piştî ku amadekariya zivistanê bi dawî bibe, dê li bazarên Şehbayê bê firotin, ji bo xurtkirina aboriya Kantona Şehbayê ev kar tê kirin. Hêjayê gotinê ye ku dê di demên pêş de Rêveberiya projeya aborî amadekariya nanê tenûrê jî bike û dê li xweringehên Kantona Şehbayê bên firotin. Têkildarî  vê projeyê jinên ku kar dikin nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Jin bi rihê komînal kar dikin'   Endama Komîteya Projeya Aboriyê, Cîhan Reşîd armanc û girîngiya vê projeyê wiha anî ser ziman: "Ji bo piştgiriya jinan a li kampan û jinên ku li malan dimînin, me xwest projeyek bi vî awayî ava bikin. Ev proje gelek girîng e ji ber jin bi keda destên xwe ji civakê re amadekariya zivistanê dike û sûd jê werdigire. Her wiha armanca vê projeyê xurtkirina aboriya Kantonê ye. Kesên ku li vir kar dikin bi dilsoziyek mezin tevlî dibin û encamên xurt jî dertê. Jin bi rihê komînal li cihê projeyê li hev dicivin û bi hevdu re pêdîviyên xwarinê amade dikin û projeya aboriyê bi ser dixin. Jinên ku kar dikin di saetên siharê de berê xwe didin cihê kar û dest bi karê xwe dikin. Em li ku derê dibin em ê her dem aboriya civaka xwe xurt bikin."   'Civak bi keda destên xwe qeyrana aboriyê çareser dike'   Jina bi navê Şêrîn Mustafa a li kampa Serdemê dijî  xebata xwe wiha parve kir: "Meclîsa kampê projeya aboriyê ji bo me da avakirin. Em ji saetên serê siharê radibin û bi kêyfxweşiyek mezin kar dikin. Her wiha ev kar dihêle ku ez debara malbata xwe bi rê ve bibim. Di dema  berhevkirina kartolan jî min cihê xwe tê de girtibû, niha jî di projeya amadekariya zivistanê de cihê xwe digirim. Ev proje gelek alîkariya jinan dike û di heman demê de dema jin bi hev re kar dikin civata wan gelek xweş e. Niha rêjeya dolar gelek buha bûye, di vê dema zehmet de karên wiha gelek bi nirx in, ji ber civak bi keda destên xwe qeyrana aborî çareser dike.