'Em nikarin tiştekî bigirin' 2020-07-30 09:11:05       WAN - Jinên destvala ji bazarê vegeriyan wiha gotin: “Hesabê malê li bazarê nayê. Em destên xwe dirêjî çi bikin şûnde dikşînin.”   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê enflasyon di meha hezîranê de ji sedî 1.13 zêde bû û yê salê jî ji sedî 12.62 ye. Krîza aborî ya bi vîrusê re zêde bû jî bandorek mezin li ser welatiyan kir. Jinên li taxa Xaçort a Wanê li bazara ku ava bûbû nêrînên xwe ji me re parve kirin û gotin ew hatine asta ku nikarin tiştekî bigirin.   ‘Esnaf jî perîşan welatî jî perîşan bûn’   Elîf Ogut da zanîn ku ew destên xwe bide çi şûnde dikşîne û wiha pê de çû: “Gel piştî vîrusê zêdetir xizan bû. Yên kirê bê çaren e. Yên tên bazarê nikarin tiştekî bigirin. Vala vedigerin. Esnaf nikarin tiştekî bifroşin. Mirov êdî nikarin kîloyek firingî bigirin. Hevjînê min girtiye divê ji bo wî jî pere bişînim. 5 zarokên min hene. Em wisa îdare dikin. Bila demildest çareseriyek bê dîtin.”   ‘Em di cejnê de jî nikarin tiştekî bigirin’   Canan Durmaz jî daxuyakirin ku kes li malê naxebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên me li cihekî naxebitin. Em nikarin li gorî dilê xwe tiştekî bigirin. Cejn nêz e, lê em nikarin tiştekî bigirin. Hêza me tune ye.”   ‘Ez bi 10 TL hatim’   Safiye Kîtapçi jî bi lêv kir ku bi 10 TL hatiye bazarê nikare tiştekî bigire û wiha dawî lê anî: “Pere tune ye krîz heye. Kes bi rêk û pêk naxebite. Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Ez hatim bazarê lê hesabê malê û bazarê nebûye. Ez dest vala vedigerim malê. Xwedê qebûl neke.”   Aygul Yildirim jî bertek nîşan da û got ew destên xwe bidin tiştekî 20-30 TL diçe û got hevjînê wê jî nexweş e kar tune û jiyan zehmet e.