‘Nirxê dolar bilind dibe û rewşa me ya jiyanî zehmet dibe’ 2020-07-26 09:01:45   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên Kobanê yên ku di nava bazarê de pêdiviyên xwe dikirin, bal kişandin ser rewşa jiyanî ya zehmet û ser bihabûna ku di bazarê de heye û nêrînên xwe wiha anîn ziman: ”Piştî ku lîreya Sûriyeyê li hember rêjeya dolar bin ket, êdî bihabûneke mezin di bazarê de çêbûye. Ev yek rewşa jiyanî zehmet dike.”   Piştî ku zagona Qeyser ser Sûriyeyê kete meriyetê, êdî lîreyê Sûriyeyê li hember rêjeya dolar bin ket. Zagona Qeyser bandoreke mezin ser rewşa jiyanî ya li Sûriyeyê kir, taybet bajarên Sûriyeyê yên ku di nava aloziyeke kûr de ne. Gel di aliyê aborî de zehmetiyan dikşînin û bihabûneke pir dijwar di nava bazaran de tê dîtin. Ev dihêlê ku mirov nikarîbin kelûpelên xwe yên jîyanî rojane bi dest bixin. Têkildarî mijarê Jinên Kobanê yên ku di nava bazarê de pêdiviyên xwe dikirin, ser rewşa jiyanê ya zehmet nêrînên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.     'Bandora Zagona Qeyser ser herêmên me jî heye'   Jina  bi navê Asya Mihemed da zanîn ku piştî ferzkirina Zagona Qeyser a ser Sûriyeyê, êdî rewşa gel zehmet dibe û wiha pê de çû: "Dewletên navneteweyî derbasî herêmên me bûn û pereyên xwe di nava herêmên me de bi kar anîn. Jixwe piştî ferzkirina vê Zagona Qeyser, rewş êdî ber  bi xerabûnê ve diçe. Em bi zehmetiyên mezin zarokên xwe xwedî dikin. Hêviya min ku ev dewletên navneteweyî ji axa me derkevin da ku em aram bijîn û debara jiyana xwe bikin.”   ‘Pêwîst e çareseriyek êdî bê dîtin’   Jina bi navê Nehîde Fethî jî ser mijara bihabûnê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Bi pêkanîna Zagona Qeyser a ser Sûriyeyê, yên ku herî zêde êşa wê kişand dîsa gelê belengaz bû. Pêwistiyên me bi gelek tiştan hene, lê em nikarin bikirin. Pêwîst e çareseriyek ji vê kirîzê re bê dîtin. Ji ber xeteriya jiyanî êdî dijwar dibe.”