‘Çêkirina hêlanokên zarokan rehetî û kêfxweşiyê dide min’ 2020-07-23 09:01:52   Rûperîn Bekir    ŞEHBA - Jina bi navê Rehmê Bekir a ji navçeya Raco ya Efrînê ye, bi destên xwe hêlanokên zarokan çêdike û kêfxweşiyê ji bo wan pêşkêş dike. Rehmê wiha dibêje: “Çêkirina hêlanokên zarokan rehetî û kêfxweşiyê dide min. Zarok pir ji van hêlanokan hez dikin û rojana ez 4 hêlanokan çêdikim û difroşim.”   Jinên ku bi destên xwe jiyaneke kêfxweş diafirînin, qîmetê û watedariyê dide wê jiyanê. Jin mîna parêzvana hunerê tê nasîn, ji bo wê her di qada hunerê de li pêş e. Jina bi navê Rehmê Bekir a 30 salî ya ji gundê Meydana ya navçeya Racoyê ya Efrînê ye karê çêkirina hêlanoka zarokan dike. Bi vî karî debara mala xwe dike û kêfxweşiyekê dike nava dilê zarokan. Rehmê têkildarî çêkirina hêlanokên zarokan ji me re axivî.   ‘Karê hêlanokan zehmet e, lê dîsa jî em çêdikin’   Rehmê di destpêka gotinên xwe de behsa karê xwe yê çêkirina hêlanokan dike û wiha dibêje: “Dema ku em li Efrînê bûn me karê çêkirina hêlanokan dikir. Piştî  ku em koçî Şehbayê jî bûn me xebatên xwe domand û zehmetî li pêşiya me nebûn bend. Ez û xwişka xwe vî karî bi hev re dikin û fêrî jinên din jî dikin. Heya niha me 4 jin fêrî çêkirina hêlanokan kirine. Armanca me ji vî karî ew e ku em kêfxweşiyê bikin dilê zarokan û bi vî karê ez rehet dibim. Dema ez fêrî çêkirina hêlanokan bûm wê çaxê temenê min 25 sal bû. Ji bo vî karî du kes bi hev re divê bixebitin. Alavên çêkirina wê jî tenê bi derzî, hesin û ta  tê çêkirin.”      ‘Li kêleka  karê hêlanokan, bexçe jî diçînim’   Rehmê bal kişand ser girîngiya hêlanokan ji bo zarokên li Şehbayê di kampan de û wiha got: “Di kampan de jiyan zehmet e û çadirên ku em tê de dijîn pir germ in. Ji bo wê çêkirina hêlanokan ji bo zarokan pêwîst e. Ev hêlanok zarok pir jê hez dikin û rojane ez 4 hêlanokan çêdikim û difroşim. Li kêleka xebatê hêlanokan, ez bexçe jî diçînim û pêdîviyên mala xwe jê digirim. Ger îradeya jinê xurt be dikare her tiştekî biafirîne.”