‘Zehmet bû lê ez bi ser ketim’ 2020-07-22 09:10:36   AGIRÎ - Suzan Surmelî yek ji jineke ku li Agiriyê demek dirêj e esnafiyê dike ye. Suzan mêşvaniyê dike û li dukana xwe hingiv difroşe. Suzan diyar dike ku zehmet bû lê ew bi ser ketiye.   Jinên ku ji her qada jiyanê hewl tê dayîn ku bê bandor bê hiştin, li dijî pergala serdest a mêr têdikoşin û xwe li qadan heyî dikin. Suzan Surmelî ya 58 salî li dijî paşverûtiya mêr, 44 sale bi keda xwe di qada aboriyê de têkoşînê dide.   ‘Gotin jinek heye û şûnde çûn’   Suzanê destnîşan kir ku bi mêşvaniyê re mijûl dibe û bi firotina hingiv debara xwe dike. Di heman demê de mamoste ye. Suzan dema mamostetiyê dike jî di demên vala de diçe ser tezgaha xwe. Suzanê diyar kir ku xebat wê kêfxweş dike û got: “Li Agiriyê jinbûn zehmet e. Dema ji dibistanê derdiketim diçûm ser tezgaha xwe û mirovan ez didîtim digotin ‘aaa jinek li vir e’ û diçûn. Min ev hedef kiribû; ez biwestim jî ez ê derkevim ser van pêlekan. Zehmet bû lê ez bi ser ketim. Niha jî ger tune bim kes nayê dukanê. Dibêjin ‘ka mamoste Suzan’. Ji ber ji min hez dikin. Kalîteya hingivê ez difroşim jî li ber çavan e. Ez rehet difroşim.”   ‘Jinan bidin her derê wê pirsgirêkan çareser bikin’   Suzanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji gelek kesî re jî qada îstîhdamê ava kirine û got: “Di seranserê jiyana xebatên min de min alîkarî da gelek kesî. Min gelek dost û heval qezenc kirin. Min zarokên li kolanê hişbir bi kar dianîn, derman kir. Niha ji bo zarokên keç bixwînin xebatan dimeşînim. Bi derfetên xwe ez destên xwe didim wan. Ez ê heta dawiya jiyana xwe jî bikim. Jin dikarin her tiştî bikin. Jinan bidin her derê wê hemû pirsgirêkan çareser bikin.”   ‘Divê jin ji tu derê kêm nemînin’   Suzanê daxuyakirin ku divê jin di nav çar dîwaran de pasta û borekan çênekin, xalîyan neşon û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keda jinê ya malê bi tu awayî nayê dîtin. Mêr jî dibêjin ‘jin heta êvarê li malê rûdinin’. Ji ber vê jinan azadiya aboriya xwe bi dest nexistine. Bila jin li her derê jiyanê cih bigirin.”   Suzanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berê gelek zehmetî kişandiye û wiha dawî lê anî: “Min di 1972’an de li gundê Koyulhîsar Bahçekoy a Sêwasê mamostetî dikir. Ji bo ronîkirinê lambeya gazê jî tune bû. Min çira pê dixist. Li gorî kevneşopiyên wan jiyam, min av dikşand, nan li tenûrê dixist. Min cil û bergên wan li xwe dikir. Niha dinêrim her tişt guherî. Telefonan jiyan guhertine. Di destên zarokên biçûk de jî telefon hene. Çiqas tiştekî şaş e. Êdî her tiştî tehma xwe winda kiriye.”