‘Jin li dijî qeyrana aborî têdikoşin’ 2020-07-21 09:05:48   Medya Uren   ÊLIH - Sakîne Yilmaz a ji bo debara xwe bike kadeyên sêlê çêdike da zanîn ku her jinek li hemberî şert û mercên jiyanê ên ku li wan hatine ferz kirin têkoşîneke mezin didin û wiha got: “Heta mêr karek dikin em deh karan dikin û bê rawestan dixebitin. Lewra keda me û bedena me ji aliyê civaka mêr ve tê çewisandin.”   Li Tirkiyê her ku diçe qada aborî ya jinan tê tengkirin. Bi taybet jî ev bandora xwe li ser jinên bê temînat dixebitin dike û di pêvajoya qeyrana aborî û qeyrana tendirustiyê de pirsgirêkên mezin jiyan. Sakine Yilmaz a li ser kolana çar rêyan a li navenda Êlihê cih digire kargeha kadeyên sêlê vekiriye, bi salan e li ji bo debara xwe bike dixebite û li hemberî qeyrana aborî têkoşînê dide. Sakîne dibêje li rexmê ku qada aborî li jinê hatiye tengkirin jî kesên herî zêde li dijî qeyrana borî kedê didin jin in. Ji bo em têkoşîna Sakîne ji nêz ve bişopînin me pê re têkilî danî û ji ajansa me re axivî.    Piştî gera me ya di nava kuçeyên Êlihê de em dibînin ku di aliyê vekirina kargehan de jin lewaz mane. Lê gelek jin jî ji bo debara xwe bikin û li dijî qeyranê têkoşînê didin. Sakîne Yilmaz ji yek ji wan jinan  e ku bi armanca debara mala xwe bike kedê dide. Sakîne Li ser kolana çar rêyan a li navenda Êlihê cihdigire firoşgehek biçûk vekiriye. Di wir de kadeyên sêlê yên cur be cur çêdike. Debara xwe û ya malê bi çêkirina van kadeyan dike.   ‘ji ber qeyranê em neçarin bixebitin’   Sakîne dibêje ev demek dirêje ku vî karî dike û wiha qala jiyana xwe ya rojane dike: “Em jin kedek mezin didin. Lewra yên ku ji qeyranê herî zêde bi bandor dibin û yên herî zêde li hemberî wê têkoşin jî jinin. Berî ku ez dest bi vî karî bikim rewşa me ya aborî di xeteriyê de bû. Bi qeyrana aborî re her ku çu ev xetertir bu.  Bi 3 zarokan re di xaniyê kirê de me zahmetî dikişand. Min ji biryar da ku ez firoşgeheke xwarinê vekim. Ji ber ku rewşa me ya aborî destûr neda min ji tiştên biçûk dest pê kir. Min  firoştgeha biçûk bi kirê girt û min amûrên xwe lê bi cih kirin. Çiqas ji derve hêsan bê dîtin jî her karek li gorî xwe zahmetiyên wî hene. Bi taybet jî ev ji bo jinan hîn zêdetir e. Dema mêr dixebitin tenê karekî dikin û êvarê li malê rûdinin. Lê ji bo me jinan ne şev heye û ne jî roj heye.”   ‘Em ji sibehê de amadekariya êvarê dikin’   Sakîneya qala keda jinê kir got em ji sibehê ve amadekariya êvarê dikin. Bi şev û roj em bê rawestan dixebitin. Sakîne wiha berdewam kir: “Serê sibehê zû radibim, malê komî ser hev dikim, pak dikim û dest bi amedekariyên taştê dikim. Ez zarokan têr dikim û paqijiya wan dikim. Ji ber ku beriya taştê divê ez li firoşgehê bim. Li vir jî ji bo hevîrê min dema wî ya hilatinê bimîne ez zu çêdikim. Ji xwe kiriyarên me yên dewamî hene û ji bo wê ji ez dest bi çêkirina kadeyan dikim. Zarokên min jî li dor min dicivin. Ji ber ku temenê wan gelek biçûke ez nikarim li malê bihêlim. Li vir jiîdi navbera demjimêrên 08 – 02’an de karê me gelek e. Di ber firotinê re ez firavîna zarokan çêdikim û dest bi kar û barên êvarê dikim. Heta seetên şevê ez paqijiya dikanê dikim û em diçin malê. Bê guman li malê jî karê min na qede. Rojek min wiha derbas dibe. Mêr karekî dikin lê em gelek karan bi hev re dikin.”   ‘Divê jin di warê aborî de azad be’   Sakîneyê diyar kir ku di qada aborî de cihê jinê lewaze û got: “Her çendî jin têkoşînek mezin didin jî li hemberî wan astengî û sînorên mezin hene. Ji ber ku jin ji hemû qadan tên dûrxistin û dixwazin di malê de bimînin. Jin bê hêz tê dîtin. Dema qeyrana aborî jî ru dide herî zêde jin zirerê jê dibînin. Bi vê re di malê de bi tundiyê re rûbirû tên û tên qetilkirin. Ger ku di nava civakê de azadiya aborî ya jinê hebe wê civak jî evqas pirsgirêk nejî. Bi azadkirina jinê re wê civak ji aram bibe. Ji ber vê yekê divê ji bo jinê qad werin berfirehkirin. Herî kêm divê destê xwe dirêjî dedstkeftiyên jinê nekin.”   ‘Keda me bedena me tê çewisandin’   Sakîne got ku jin dixwazin beramberî hemû zoriyan li ser lingê xwe rawestin û got: " Divê ji bo vê jî em hêza xwe bikin yek û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Em bi dehan karî di heman demê de dikin. Em dayik, karker û bermalî ne. Em kesên ku beramberî keda xwe nagirin e. Keda me bedena me û bedena me tê çewisandin.”