Ji esnafa jin bang: Şûnde gavê navêjin 2020-07-17 09:07:39   AGIRÎ - Sema Şahîn a li Bazidê esnafiyê dike, 30 sale li dijî newekheviya zayenda civakî têdikoşe. Sema ku piştî jihevberdanê rastî zextan hat, serî netewand û dikana xwe ya duyemîn vekir. Sema banga xurtbûnê li hemû jinan dike.   Sema Şahîn a 52 salî li Agirî ya Bazidê dijî û li dijî rolên zayenda civakî têdikoşe. Sema ya li Stenbolê dijî, ji ber pirsgirêkên zewacê dest ji mêrê pê re zewiciye berdide û vedigere bajarê xwe û dest bi têkoşînek nû dike. Sema ku li dijî zextên civakê jî têdikoşe wiha dibêje: “20 salan li Stenbolê mam. Piştî erdheja Marmarayê vegeriyam bajarê xwe. Min doza destberdanê vekir û agahiya malbatê tunebû. Ez bi du zarokên xwe re vegeriyam bajarê xwe. Ez neçar bûm li zarokên xwe jî binêrim.”   Sema ku piştî vedigere dikana tuhafiyê vedike û wiha dibêje: “Dema nû hatim, bihêlin vekirina dikana tuhafiyê, min nikaribû kuafor vekira. Nêrîna ‘jin çawa dikanê vedikin’ hebû.”   ‘Min zehmetiyên mezin kişandin’   Semayê destnîşan kir ku di salên 90’î de li Bazidê xebat ne pêkan bû û wiha pê de çû: “Min zehmetiyên mezin kişandin. Xizmên min li ber dikanê nobet digirtin. Wê demê mêran dikan vedikir. Min jî got çima jin dikanê venakin. Ji bo jin bi rehetî dan û standinê bikin min dikan vekir. Min ji xizmên xwe û kesên dikana tuhafiyê vekiribûn bertek girt. Gotinên giran dihatin gotin. Lê min dîsa serî netewand. Min pereyê xwe qezenc kir, zarokên xwe mezin kir.”   ‘Ez tenê bûm lê min jiyana xwe baş berdewam kir’   Sema ligel esnafiyê di baskên jinan a HADEP’ê de jî cih digire û wiha berdewam kir: “Min got êdî bes e, ez dayik im lê beriya her tiştî ez jin im. Min got ez ev im û divê hûn min qebûl bikin. Min li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîn da.”   ‘Divê jin têbikoşin’   Semayê balkişand ser zextên li ser jinan jî û wiha dawî lê anî: “Nîvê civakê jin in. Wê demê çima cihê me di civakê de tune? Çima jin nayên qebûlkirin. Divê jin li dijî vê têbikoşin û deng bilind bikin, bêjin ‘em jî hene’. Divê jin têbikoşin, serî netewînin û şûnde gavê navêjin.”