‘Em nikarin fature û kirêya mala xwe bidin’ 2020-07-14 09:05:14   AMED - Jinên Amedê li ser qeyrana aborî axivîn û diyar kirin ku kes nikare fature û kire xwe bidin her wiha gelek kes nikarin debara xwe çêkin.            Qeyrana aboriyê her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha şewba Vîrûsa Koronayê(Covîd-19)li ser aboriyê bandorek neyînî pêk anît ku qeyrana aborîya heyî kûrtir kir. Me jî derbarê mijarê de li kolanên Amedê nêrînên jinan girt.    Meryem Guneş ku karê kuafore dikir û niha ji ber qeyrana aboriyê betal e wiha got, " Li Amedê qeyranek zêde mezin heye. Ez jî ji ber şewba pandemiyê bêkar im û wekî her kesê ji bo debara xwe çêkim dijwaritî dikşînim. Xelk êdî nikarin nan bixwin. Divê dest biavêjin vê rewşê û alikariyek bidin gel re.”   ‘Piştî zaningehê hêvî nakim karekê bibînim’   Xwendevan Medîne Eren jî diyar kir ku xwendevan aliyê aboriyê de gelek dijwaritî dikşînin û got,  “ Ez niha zanîngeh dixwînim lê piştî zanîngehê hêvî nakim ku karek bibînim. Ji ber ku newêkheviyek zêde heye. Di her aliyê ve. Bi taybetî jî di hêla aboriyê de. Her wiha zêde torpîl heye. Ez wek xwendevan aliyê aboriyê de dikevin gelek tengasiyê lê tu ji bo me tu alikariyek nîne.”   ‘Em fature û kirê xwe nikarin bidin’   Dîlan Tantekîn jî anî ziman ku ew hemû betalin û wiha berdewam kir, "Tu kar tune ye, divê kargehên ku mirov bikaribin li wan bixebitin bên vekirin. Kesên dixebitin jî ji ber ku betalî zêde ye bi heqdestekî gelek kêm tên xebitandin. Mirov bi heqdestên distînin nikarin fature û kirêya xaniyê xwe jî bidin. Ji ber mûçe an jî heqdestê kêm malbat nizane pereyê ku distîne bide kuderê. Xurekê bistîne nikare kîra an jî fatûre bide û dema ku fatûre û kirê bide jî nikare xurekê bistîne. Debar gelek zor û zahmet bûye.”   'Kesên fikar xwe dibêjin tên cezakirin'   Roda Tantekîn jî diyar kir ku li bakurê Kurdîstanê polîkayên cuda di warê aboriyê de tên meşandin û wiha got, “Dibêjin bixebitin lê kar tune ye. Her wiha dibêjin herin Îşkurê bila pere bidin we lê wan pereyan jî midûr distîne.  Li vir polîtîkayên cuda di warê aborî de tên meşandin. Fabrîka gelek kêm in û yên heyî jî digirin. Ez di vî warî de nikarim biaxivim jî. Ji ber ku êdî tu kes nikare bi rehetî fikir û ramanên xwe jî bîne ziman û tên cezakirin."   'Ji ber qeyrana aborî koçberî zêde dibe'   Semra Gulan jî anî ziman ku ji ber qeyrana aborî welatî koç dikin û got, “Di warê aborî de qeyraneke pir mezin heye. Ez dixwazim bixebitim. Ji bo bixebitim min serî li gelek cihan da lê karekî ku bikim min ji bo xwe peyda nekir. Ez ji daneyên TUIK'ê û daxuyaniyên hikûmetê bawer nakim. Ji ber ku qeyranek berbiçav heye. Li bakurê Kurdistanê rewşa aborî ya gel pir xirabe. Ji ber wê kesên ku li herêmê kar nabînin koçî metrepolên Tirkiyeyê dikin.”