Sewsen Daban: Pêşxistina çandiniyê, geşkirina aboriya herêmê ye 2020-07-14 09:03:59   Sorgul Şêxo   KOBANÊ - Hevseroka Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya Kobanê Sewsen Daban rewşa aborî ya Herêma Firatê, dagirkirina depoyên genim, alternatîfa bicihkirina genim û cehê 2020'an nirxand. Sewsenê wiha got:"Pêşxistina çandiniyê, geşkirina aboriya herêmê ye."   Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê yên di 9'ê cotmeha 2019'an de, gelek zirar li aboriya herêmê hat û depoyên genim ketin bin dagirkeriyê. Li Herêma Firatê Depoya Genim a Şerigrakê ketiye bin dagirkeriyê û Depoya Eyn Îsa ji ber şerê heyî ji xizmetê derketiye. Her wiha niha tenê Depoya Robî û ya Çelebiyê di xizmetê de ye. Têkildarî şerê ku dewleta tirk li dijî aboriya herêmê pêk tîne, Hevseroka Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya bajarê Kobanê Sewsen Daban nirxandin kir.    '24 hezar ton di du depoyan de ye'   Sewsenê bi lêv kir ku wan beriya 2 mehan dest bi girtina ceh û genimê cotkaran kirin e û wiha dom kir: "Ev nêzî du mehan e em genim û ceh ji cotkaran digirin û li depoyan belav dikin. Niha me 24 hezar ton genim girtiye, me hinek jê kirin depoyê Robî û Çelebiyê. Ji ber ew jî tijî bûn yê din jî me şandin Depoyên Tebqa û Reqayê."   'Ceh û genim hat dizîn'   Sewsenê dagirkirina depoya Şerigrakê ya girêdayî Kantona Girê Spî jî bi bîr xist û ev yek anî ziman:"Di dema dagirkirina depoya Şerigrakê ya Kantona Girê Spî de zêdetirî 42 hezar ton ceh û genim tê de hebûn, lê dewleta tirk a dagirker niha desteser kiriye û nahêle ku em derxin jî. Li gorî agahiyên ku ji me re tên hinek ji ceh û genim dizîn û derbasî tirkiyeyê kirine. Ceh û genim hat dizîn. Sewsenê bal kişand ser depoya Eyn Îsa yê û wiha pê de çû:"Ji ber rewşa Eyn Îsa ne aram e û her roj rastî êrîş û topbaranê tê, me ceh û genim li wir negirt û niha depo vala ye."   'Ji ber kêmbûna depoyan, genim li erdê man'   Sewsenê da payîn ku ji ber kêmbûna depoyên genim, genim li erdê vala kirine û wiha berdewam kir: "Salan e ji bo nan û arvanê Kobanê 45 heya 50'î hezar ton genim pêwîst dike û niha li gorî rewşa aborî ya herêmê, heya astekê baş e û nanê ku ji gel re tê çêkirin baş e.Ji ber depoya Şerigrak di bin dagirkeriyê û a Eyn Îsa di xeta agir de ye, êdî cih nema ku em genim lê bicih bikin, ji ber wê jî me wekî alternatîfekê bi kar anî û hinek ji genim li erdekî vala kiriye, da ku piştre derbasî aşê Kobanê bibe û ji gel re bibe arvan û nan."   'Dewleta tirk jî bi hemû çekan êrîşî gel dike'   Sewsenê polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî gelê herêmê bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê debara xwe li ser çandinî, ceh û genim dike. Dewleta tirk jî bi hemû çekan êrîşî gel dike, vê carê jî erdê cotkaran şewitandin û ava Firatê li ser herêmê pir kêm kir. Îsal tedbîrên me di aliyê parastina zeviyan de baş bû, wekî sala borî nebû."   'Pêşxistina çandiniyê, geşkirina aboriya herêmê ye'   Sewsenê di dawiyê de bang li gel kir ku çandiniyê pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha ji ber kêmbûna ava Firatê û qutbûyîna eliktirîkê gel di çandina zevî û baxçeyan de zehmetiyan dikşînin. Em jî wekî saziya Çandiniyê me mazot li gel belav kir da ku çandinî paş nekeve û pêwîst e ku her kes ji aliyê xwe çandiniyê pêş bixe."