Minîbusa kedkarên çandiniyê qulipî 2020-07-09 14:42:20   AYDIN - Li navçeya Bozdogan minîbusa kedkarên çandiniyê qulipî, di encamê de 18 kes birîndar bûn.   Li navçeya Bozdogan a Aydinê minîbusa ku kedkarên çandiniyê tê de bûn li ber Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê qulipî. Di qezaya ku saet di 06.00'an de pêk hat, ajovan û kedkar birîndar bûn.   Tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û 18 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîlliyê xeteriya wan a jiyanê tune ye.