'Em bi zerar firotinê dikin’ 2020-07-08 09:10:19   EDENE - Krîza aborî ya bi vîrusê re girantir bû bandorek mezin li ser welatiyan dike. Esnafên bazarê gotin ‘Em di nav deyn de ne. Em ji bo nanê xwe yê rojane derxinin şukur dikin'. Welatiyên ji bo dan û stanê hatin bazarê jî ji bo berhemên erzan bibînin seranserê rojê li bazarê digerin.   Krîza aborî ya bi vîrusê re girantir bû, bandorek mezin li ser welatiyan dike. Welatî hatin asta ku nikarin ji xwe re sebze jî bigirin. Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Şakîrpaşa me li bazarê nêrîna esnaf û welatiyan girt.   ‘Em bi zirar difroşin’   Adalet Ozkaya ya li bazarê cil û bergan difroşe got: “Em erzan jî didin kes nagire. Her kes bi zirar malê xwe difroşe. Ez bincilk, cil û pîjameyan difroşim. Karê me qet nabe. Em nikarin lêçûna xwe ya rojane derxînin. Ez hefteyê du rojan têm bazarê. Debare zehmet bûye. Her kes wek hev e. Kar tune, yên li malê wisa runiştîne. 3 mehan karê me sekinî. Kes nedixebitî. Me dest bi karê sebze û fêkî kir. Kara me çênebû me dest jê berda. Fatura ceyrana me hezar TL hat. Me bi zor pere kom kir û razan. Du caran ava me birîn. Me kelepçe şikand, hatin 6 hezar ceza birîn.”   ‘Tenê lêçûna mutbaxê derkeve bes e’   Esnaf Naciye Îlaslan jî bi lêv kir ku di pandemiyê de karê wan sekiniye û got neçar maye wesayîta ku pê berhem bar dikir, bifroşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em têk çûn. Ez niha bi ereboka destan têm. Deynê me hebû, ji ber vê me wesayîta xwe firot. Ji bo nanê me yê rojane derkeve em şukur dikin. Biha nakevin. Fêkî 10 lîra ye.Niha karê me hinek vebû. Lê qezenca me hemû diçe deynan. Wan rojan ceyran hat birîn. Me deyn kir û fature da.”   ‘Malbatên bi zarok zehmetiyê dikşînin’   Necla Încet jî ya hatiye dan û stanê got wan beşeke hewcedariyên xwe girtine û wiha pê de çû: “Min lîmon girt, 5 kîlo balcan girt. Kîloya îsotê 6 lîraye. Neçarim nîv kîlo bigirim. Tu nirxa pere nemaye. Em ji qezenca xwe ya heftane 100 TL ji bo bazarê vediqetînin. 100 Lîra jî ji bo lêçûnên din. Em wisa debara xwe dikin. lê malbatên nikarin vê jî veqetînin hene. Malbatên ku zarokên wan hene nikarin debarê xwe bikin.”   ‘Gelek caran em nikarin bên bazarê’   Kamîle Avan jî ku 40 lîra hatiye bazarê bertek nîşanê rewşê da û got: “Ji ber aboriyê em gelek caran nayên bazarê. Ji malbatê 3 kes girtîne. Ez dixebitîm lê di lingê min de protez hebû, niha nikarim bixebitim. Hevjînê min teqawîte û hezar TL mûçeyê wî heye. Wekê din hatineke me tune. Em zehmetiyan dikşînin.”