'Bi hewldanan dikarin qalibên li dora xwe bişkînin' 2020-07-08 09:05:28   AMED - Neşe Turgay li gundê Kahbê ya Sûrê ji bo debara xwe bike ligel hemû zehmetiyan dikanek vekir. Neşe hem ji bo debara xwe û hem jî li dijî zihniyeta baviksalarî di nava têkoşînê de ye. Neşe diyar kir ku ji bo şikandina tevahiya ferasetê demek dirêj hewceye lê jin dikare qalibên li dora xwe bişkîne.    Neşe Turgay 32 salî ye û li gundê Kahbê ya Sûra Amedê dijî. 5 sal beriya niha biryarek wisa dide û li vir ji xwe re dikanek vedike û debara xwe pê dike. Neşe di serî de heta niha bi zehmetiyên cuda re rûbirû maye. Lê bi hewldan û sekna xwe bi ser ketiye. Neşe ji ajansa me re behsa jiyan, kar û zehmetiyên xwe kir.    Neşe 11 sal beriya niha zewiciye û du zarokên wê hene. Piştî ku zewiceye dibistana xwe nîvco dihêle. Lê di xwendinê de bi biryar bû û niha ji derve xwendina xwe berdewam dike. Neşe her tim difikirî ku karekî wisa bike lê ji ber kêm derfetiyê nekariye fikrê xwe pratîze bike. 5 sal beriya niha dikana xwe vekir.    'Jinek çawa dikare dikanê veke'   Neşe, da zanîn ku di serî de ji bo debara malê pê bike dikan vekir, le piştî ku dikan vekir dît ku ji bo jinên li gund dijî dikanekî bi vî rengî hewceye. Neşe wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hevjînê min jî dixebitî lê me nedikarî em debara xwe bikin. Ji ber vê jî min cihek bi vî rengî vekir. Em li gund dijîn, li gund cihek wisa vekirin zehmet bû. Min xwest hem debara xwe bikim û hem jî pêdiwiya jinên gund bi cih bînim. Di dikanê de hemû pêdiwiyên jinê hene. Min xwest jin bi rihetî bên li vir danûstandinê bikin."   Lê destpêk ji bo Neşeyê ne başbû, ji ber ku nêrîn û feraseta gundiyan li hemberî xebata wê asteng bû. Neşe, wiha qala gundiyan kir: "Dema min nû destpê kir ez bi zor û zehmetiyan re rûbirû mam. Dema ez di nava gund de dimeşiyam jî hemû çav li ser min bû. Gelek tişt derbarê min û karê min de hat gotin. Li gorî gundiyan jinek çawa dikare dikanek veke û bide şixulandin."   'Divê jin qalibên heyî bişkîne'   Neşe, ligel hemû tiştî dev jî karê xwe û helwesta xwe berneda û wiha got: "Ez li dijî vê nêzîkatiyê derketim û min têkoşînek da. Ji ber ku li vir hînê xebata jinê nebibûn. Ji bo şikandina tevahiya ferasetê demek dirêj hewceye. Lê divê jin jî li ber xwe bidin. Divê em qalibên ku heyî bişkînin. Jin dikare her karî bike û dema bike jî gelek baş jî dike."     Neşe, da zanîn ku divê jin muxtacê bav, bira û kesên din nebin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jinên ku tên dikanê her tim qala jiyana xwe ya rojane dikin. Zarokan xwedî dikin, karê malê re mijûl dibin. Di axaftinan xwe derdikeve holê ku jin xwe muxtac hîsdike. Ev nerast e. Divê jin ji bo xwe hîn tiştan bike. Pêvistiya bav û birayan nîne. Nêzîkatiyên bi vî rengî rêbazeke tundiyeyê li hemberî jinê tê meşandin."    Neşe di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: “Jin çiqas ked bide jî keda van vala tê derxistin. Divê mêr jinê wekî eşyayê nebînin. Heke derfetên jinan hebe jin dikare bi ser keve. Ji ber ku feraseteke baviksalarî heye jiyana jinê pir zehmet e. Jin tenê di nava malê de hatine bi sînorkirin. Lê divê jin wan tiştan êdî bişkêne."