'Di sektora tûrîzmê de krîz herî zêde bandorê li jinê dike' 2020-07-05 09:06:53   Melîke Aydin   MUGLA - Jinên esnaf diyar kirin ku ji ber pandemiyê di sektora turîzmê de yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin karkeriyên biçûk in û gotin: “Dewletê ne piştgirî deyn da. Ji bo karkeriyên mezin du mehan têr dike lê em heta meha mijdarê neçar in dukanan vebikin.”   Ji ber Vîrusa Koronayê li Tikriyeyê 5 hezar û 97 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vîrusê hinek sînorkirin hatin lê ji 1’ê hezîranê ev hatin rakirin û pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin. Lê di vê pêvajoyê de li gelek bajaran hejmara bûyeran zêde bû. Pisporan diyar kirin ku pêvajoya normalbûnê zû ye, lê gelek aliyan bi vebûna sezona turîzmê re pêngavên nomalbûnê avêtin. Li herêma turîzmê Bodrumê kargeriyên biçûk bi pirsgirêkên aboriyê re hatin rû hev û esnafan diyar kirin ku tu piştgirî negirtine.   ‘Dewletê ne piştgirî deyn da’   Ayda Emîroglu ya sala borî li Bodrumê restoran vekir, da zanîn ku hatina wan ji sêyan yek ketiye û got qezenca wan ya meha hezîranê bi qasî meha sibatê tune bûye û got: “Sedema vê ya herî girîng pandemî bû. Ji ber vê me restoran venekirin. Em der barê pêşerojê de nezelaliyan dijîn. Her kes ji meha tebaxê tiştekî dipê lê ez ne di wê bendewariyê de me. Me piştgirî negirt. Dewletê ne piştgirî kredî da me. Pereyê da jî 6 meh şûnde dîsa digire. Yanî em kirin deyndar. Sala borî havînê xebatkarekî min hebû. Lê îsal ez û hevjînê xwe ne. Wisa biçe em ê heta mijdar cotmehê vekirîbin.”   ‘Esnafên biçûk wê dukanan bigirin’   Leyla Mutlu ya ku li sûkê berhemên tekstîlê difroşe 33 sale vî karî dike û bi lêv kir ku ew pêvajoyek zehmet dijîn û heta dawiya salê wê berdewam bikin û got: “Em esnafên biçûk in û muşteriyên me yên her tim hene. Em bi bihayekî normal ji bo turîstên herêmî û şêniyên vir firotinê dikin. Ji sedî 40 dukan venebûne. Wê yên dukanên xwe bigirin zêde bibin. Esnafên mezin tedbîrên xwe girtin. Piştî tîrmehê wê vebikin û du meh têrî wan dike. Lê em ji bo karê bikin heta mijdarê wê vekirî bin. Em 6 mehan vekirîne.”   ‘Piştgiriya qeymeqamtiyê ji bo malbatên dewlemend pêk hat’   Eylul Kuzgun jî ya mala cilşoya wê heye got di pêvajoya pandemiyê de nexebitîne, niha nikarin kirê û fatureyan bidin û got: “Kiriya min ya 4 mehan ketiye ser hev. Ji ber kredî şûnde dihat girtin me serlêdan nekir. Em cil û bergên esnaf û xebatkaran dişon. Ji ber vê demê restoran nehatin vekirin bandor li me bû. Ji ber pandemiyê wê kar tune be. Em ê çawa vê pêvajoyê derbas bikin. Ewil qeymeqamtiyê piştgirî dida. Lê piştre me dît ku vê dide malbatên dewlemend.”   ‘Bandorek mezin li ser esnafên jin kir’   Semra Taşan a 33 sale pansiyonê dide xebitandin, destnîşan kir ku ji ber malbatî dixebitin lêçûna wan ya personelan tune û wiha dawî lê anî: “ Lê dîsa jî ev du mehe em nikarin kirê bidin. Ji ber krîzê xwediyê restoran û firoşkarê xişiran hewl dan întîxar bikin. Berê sezon meha Nîsanê de dest pê dikir. Lê niha tenê ji sedî 30 her cih tije bûye. Em pêşiya xwe nabînin. Kirêya me heye. Me kredî kişand lê divê em şûnde bidin. Esnafên jin bi awayekî mezin bi bandor bûn.”