Li Mexmûrê firoşgeha berhemên destan hat vekirin 2020-07-01 09:51:02   MEXMÛR - Weqfa Jinên Wargeha Mexmûrê ji bo berhemên destan firoşgehek vekirin. Ev tişt ji bo ditîna keda destê jinê girîng e û firoşgeh bi merasîmekî hat vekirin.     Ji hêla Weqfa Jinan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo jinên Mexmûrê firoşgehek hat vekirin. Firoşgeh duh bi merasîmekî hat vekirin. Di merasîmê de endama Komîteya Malbatên Şehîdan Xatûn Demîr axivî.    Xatûn, bal kişand ser armanca vekirina firoşgehê û wiha got: "Duh 30'ê Hezîranê bû û salvegera şahedeta Zîlanê bû. Ji bo ve yekê me xwest em ji bo jinên li Mexmûrê cihek wisa vekin. Her wiha li vê firoşgehê tenê berhemên destê jinan heye û em dixwazin berhem û keda destê jinê li vir bê dîtin. Jin li malên xwe tiştan çêdikin û tînin li vir û li vir difiroşîn Ev tişt ji bo jinên Mexmûrê girîng e."