Jinên di zeviyên pembû de dixebitin zahmetiyên dijîn vegotin 2020-07-01 09:06:49   AMED - Şêniyên gundê Baxçaxê yê navçeya Çinarê, debara xwe bi çandiniyê dikin. Jinên karker ku di şert û mercên dijwar de di nav zeviyan de dixebitin diyar kirin ku karê wan hem pir zor e û hem jî qîmeta keda wan nayê zanîn.   Qadên çandiniyê hertim hem ji aliyê dijwarîtî hem jî ji aliyê kedxwariyê ve ji bo karkeran bûne sedema pirsgirêkan. Şêniyên gundê Baxçaxê yê Çinara Amedê jî bi karên çandiniyê mijûl dibin. Gundiyên ku li gorî demsalê karê çandiniyê dikin niha jî di zeviyên pembû de dixebitin. Di zeviyên pembû de herî zêde jin dixebitin. Ji ber wê me jî kadraja xwe ber bi zeviyên Gundê Baxcaxê û jinên karker vekir. Jinên karker zor û zahmetiyên karê xwe ji ajansa me re vegotin û daxwaza piştevaniyê kirin    ‘Di berbanga sibê de karê me dest pê dike’   Jina karker Dîdem Gunduz (18) 6 sal e li zeviyan dixebite.  Dîdemê diyar kir ku dijwariya vî karî ya herî zor germahiya tavê ye û got: “Ez di berbanga sibê de heta saetên êvarê li vir dixebitim. Bi rastî jî karekî pir zor e lê em mecburin ku bixebitin. Ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin. Heta meriv di vî karî de nexebite dijwariya vî karî jî nikare bizanibe. Ez 6 sal e dixebitim lê êdî ez ji vî karî aciz bûme. Di vî karê herî zahmet de bi giştî jin dixebitin.”   ‘Gava ceyran tune be em tî dimînin’   Aysel  Gultekîn (24) destnîşan kir ku gava ceryan tune be karker di germahiyê de tî dimînin û wiha pêde çû: “Dijwariya vî karî gelek zêde ye. Dema ku ceryan tune be av jî tune ye. Em carinan bi seetan bê av dimînin. Em ne tenê li ser zeviyek dixebitin, carinan ji bo zeviyên din jî dixebitin. Em karker li her derê ne. Ciwaniya me di nav van zeviyan de derbas dibe û heqdestê me jî gelek kêm e.  Tu ewqas wextê xwe didî vî karî heqdestekî gelek kêm ji me re tê dayîn, ew jî li zora me diçe. Dema em tî dibin em gelek xemgîn dibin lê tiştek ji destê me nayê. Em carinan wek karker bahsa girîngiya keda xwe dikin û dixwazin ku  qîmeta wê bê zanîn. Lê tu çareserî pêk nayê. Her wiha pereyê ku didin me jî di dawiya salê de didin û ew jî me dixe tengasiyê.”   ‘Jin ji ber vî karî zewacê wek xelasî dibînin’   Ayselê di  berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ji bo jinan jiyanek baştir hebe û got: “Em piştî vî karî dema diçin mal karê malê jî dikin ango ew kar jî ji me re dimîne. Em ajalan xwedî dikin.  Çêlekan didoşin, penîr çêdikin û her wekî din.  Piraniya karên li zeviyan jinên ciwan dikin. Ev jînên ciwan ji ber vî karê zahmet di nav demê de zewacê ji bo xwe wekî xelasî dibînin. Lê dema  dizewicin jî nikarin ji malê derkevin. Tenê bi karê malê û ajalan mijûl dibin. Lê ez vî tiştî napejirînim.  Dixwazim ji bo jinan jiyanek baştir hebe. Divê zewac ji bo tu jinan wek xelasî neyê dîtin.  Ji ber ku jin nizanin piştî zewacê di kîjan şert û mercan de bijîn. Ez bi rêya xwendinê dixwazim der û dora xwe hişyar bikim, lê mixabin derfetên min têrê nakin.”   ‘Dijwariya kar bi me dide ji bîrkirin ‘   Rojbîn Gultekîn (19)  10 sal e li van zeviyan dixebite. Rojbîn bal kişand ser hevaltiya di nav xebatê de û got: “Dibêjin ku jin nikarin tiştekî bikin lê em dibêjin ku jin dikarin her tiştî bikin. Em ji ser ê sibehê dest bi kar dikin hata êvarê. Em hem li zeviyan û hem jî li malê dixebitin. Ji ber vê yekê em ji bo xwe wext nabînin. Lê tevî van yekan hevaltiya vir gelek xweş e. Em di navbera xwe de dipeyivin, çîrokan dibêjin, henekan dikin û wexta xwe wisa derbas dikin. Ew jî hinek dijwariya kar bi me dide jibîrkirin.”   Songul Tunç (21)  jî 9 sal e vî karê dike.  Songulê got ku bila piştgiriyê bidin wan û got:“Piraniya jinên ciwan vî karî dikin. Lê yên ku rewşa wan a aborî baş be nayên. Em tenê vî karê dikarin bikin karek din ji destê me nayê.  Ez dixwazim êdî wan jinan di wan şert û mercên zor de nexebitin. Bila piştgirî bidin me ji bo karên din jî pêşiya me vekin. Bi min zor e, ez bawerim ku bi wan jî zor e.”