‘Heqdestê wekhev ji bo jinan pêk nayê’ 2020-06-30 09:07:00   Şehrîban Aslan   DÊRDÎM - Seroka Şaxa Genel-Îş DÎSK a Dersîmê Şukran Yilmaz der barê ku bi TES’ê re tezmînata kidemê dewrê fonê hatiye kirin de axivî û got: “Her karkerê ku 30 salî dixebite hêviya wan tezmînata kidemê ye. Em wek DÎSK bang li hemû karker û kedkaran dikin ku bikevin berxwedanê, dakevin qadan û kolanan.”   Der barê ku tezmînata kidemê di çarçoveya ‘Pergala Teqawîtbûna komkirinê’ (TES) de veguhere fonê pêşnûme qanûn hat rojevê û ev jî ji bo karker û kedkaran bû sedema fikarê. Seroka Şaxa Genel-Îş DÎSK a Dersîmê Şukran Yilmaz der barê, mijarê de axivî.   Şukranê destnîşan kir ku rêxistinên civaka sivîl fikr û nêrînên xwe bi rehetî nikarin bêjin, faliyetên xwe nikarin bimeşînin û balkişand ser polîtîkayên şer. Şukranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her bombeya tê avêtin, tê wateya nanê ku ji ser sifreya karkeran kêm dibe. Her windabûneke can windabûna vî welatiye. Heta ku bê îstîskrariya siyasî li vî wlatî hebe bê îstîkrariya aborî jî wê bidome. Em vê ji salên 90’î heta niha dijîn. Betalî gihiştiye asta herî jor. Di pêvajoya pandemî de ev gihişt asta herî jor.”   ‘Ger qesr yên wan bin wê qad jî yên me bin’   Şukranê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê dîwarê tirsê tê afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger îro STO nikaribin biaxivin, rêxistinên demokratîk nikaribin biaxivin ev rewşa giran ya li welat nîşan dide. Niha jî tezmînata kidemê anîne rojevê. Destur nayê dayîn ku bê axaftin. Em li gelek qadan li ser navê karkeran daxwazan tînin ziman. Ger qesr yên wan bin qad jî yên me ne.”   Şukranê bi lêv kir ku jin di qada îstîhdamê de kar nabînin û di qada cemawerî de bixebitin jî li gelek cihan mûçeyên wan ji yên mêran kêmtirin û ji ber vê jî em ji bo karkerên jin ewlehiyekê dixwazin. Şukranê wiha dawî lê anî: “Karkerekî 30 salî xebitiye, qet betlane nekiriye, bêguman tezmînata kidemê ji bo wan ewlehiye. Desthilatdarî vê ji destê wan digire. Mirov jiyana xwe najîn, betlanê nakin. Di her demê krîzê de mexdur dibin. Hêviya karkerekî 30 salî xebitiye, tezmînata kidemê ye. Em bang li hemû karkeran dikin ku dakevin qadan.”