Bi şîrê bizinên xwedî dike debara xwe dike 2020-06-28 09:11:50   Fîlîz Zeyrek   EDENE- Nurcan Aslan a ku bi şîrê bizinên xwe yên li çiyayê Karaîsalî diçêrîne debara xwe dike got: “Ez sibehê zû radibim, heta şevê dixebitim. Em êdî nikarin êm jî ji sewalan re bigirin. Ez zehmetiyan dikşînim. Êm gelek biha ye.”   Karaîsali yek navçeya Edenê û bi çiyayên asê û xweşikahiya xwezayî tê zanîn. Gundiyên Cevîzlî yên Karaîsali, bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin. Ev karên ku kedeke mezin dixwazin, jî li ser milê jinan hatiye barkirin.   ‘Bizin tunebin em ê birçî bimînin’   Nurcan Aslan ku şev û roj dixebite, di temenê zarokatî de dayika wê jiyana xwe ji dest dide û hemû kar li ser milê wê dimîne. Nurcanê diyar kir ku bi bavê xwe re dimîne û hemû karê malê ew dike û li bizinan xwedî dike. Nurcanê da zanîn ku zehmetiyan bikşîne jî neçare karê xwe bike û got: “Ev bizin tunebin em ê birçî bimînin. Tu hatiniyeke me tune ye. Em bi saya şîrê bizinan debara xwe dikin. Li gund wek min gelek jin heman karî dikin. Karekî zehmet e, bi rastî jî kedek mezin dixwaze.”   ‘Em sibehê zû radibin’   Nurcanê daxuyakirin ku gelek ji bizinên xwe hez dike û got: “Her sibeh ez zû radibim. Bizinan didoşim. Piştre bi bavê xwe re eleqeder dibim. Taştêya bavê xwe didimê piştre bizinan dibim mêrgê. Xwedîkirina bizinan jî zahmet e, bizin pir bi tevgerin. Ne wek mîhan e. Her tim direvin cihekî. Bi taybet ji çiyan hez dikin. Ez bi saetan li benda wan dimînim ku bên xwarê. Carna jî gelek bi înatin.”   ‘Êm gelek bihaye’   Nurcanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di dawiya rojê de carek din bizinan didoşe û got: “Em rojê du caran didoşin. Ger zabin, em rojekê didoşin. 26 bizinên min hene. Tenê 18 heb şîr didin. Rojê 12 kîlo şîr ji wan digirim. Ez şîr û penîrê çêdikim difroşim. Kîloya penêr 36 TL ye û em debara xwe jî bi vî pereyî dikin. Lê êm gelek biha ye.”