‘Jiyana me axa me ye em ê bi keda destê xwe têde bixebitin’ 2020-06-28 09:02:55       Dîcle Demhat   KOBANÊ - Bi destpêkirina demsala çandiniyê re şêniyên gundewarên Kobanê dest bi komkirina berhemên baxçeyan dikin, jinên ku di bexçeyan de dixebitin wiha gotin: “Her kedek zehmetiyên xwe hene, lê dema em berhemên baxçênên xwe digirin, dilê me kêfxweş dibe û zehmetiyên me tên ji bîr kirin.”   Di her demsalekê de berhemên erdê hene. Şeniyên Kantona Kobanê jî her demsal bi çandiniyê re mijûl dibin û kedê didin. Di vê demsalê de jî çandiniya bacanê sor, bacanê reş, kundir, îsot, genim, ce, kuncî, pateta, xiyar, zebeş, garis, milûxî, bamî û hwd ji aliyê jinên herêmê ve hatiye çandin. Di derbarê çandiya îsal de jinên gundê Şêxler ê girêdayî navçeya Qinê yê Rojavayê Kobanê Zehra Henîf û Berîvan Fatma Silê ji ajansa me re axivîn.   ‘Gor demsalê em dest bi çandinyê dikin’   Zehrayê destnîşan kir ser keda baxçeyan û destpêkirina karê baxçeyan û wiha got: “Di meha çileyê de me dest bi çandiniya baxçeyan kir, giştî tovê 4 donim erdê me heye. Em her roj seat 6’ê siharê tên baxçe heta 5 yan jî 6’ê evarê di nav baxçe de  em kar dikin. Gor dirêjahiya karê me karker tên guhertin, caran hejmara karkeran dighêje ji 12 kesan heyanî 15’ an, lê ji ber ku niha kar kêm bûye em tenê 5 kes kar dikin. Em malbat giştî debara xwe ji baxçan digirin. Jin berheman kom dikin û dikin sindokan da, mêr  jî avdanî û berhemên ku me komkirî li makînan bar dikin. Berhemên ku em ji baxçeyan digirin, dişînîn bazar û fabriqeya sebzeyan. Gor demsala şînkahiyê em çandiniya baxçan dikin.”   ‘Kêfxweşiya me berhemên baxçê me ye’   Zehrayê bal kişand ser zehmetî, keyfxweşiya karê baxçe û wiha domand: “Ji ber ku em siharê zû dest bi kar dikin hawaya rojê sar e, dema dibe nîvro jî germahî pir zêde dibe ji bo wê em zehmetiyan dikişînin. Her roj ji baxçeyan re mijûlbuyîn û ked tê xwestin, em bi kêfxweşî ked di baxçeyê xwe de didin. Jiyan û canê mirov ax e. Dema axa mirovan hebe jiyan xweş e û li ser axa xwe karkirin kêfxweşiya herî mezin e. Mirovên bê ax, be jiyan zehmet dibe. Bêhna axê mirovan dikşîna xwe.”   ‘Ji bo zivistanê em berhemên sebzeyan hişk dikin’   Bêrîvanê destnîşan kir ser berhemên baxçe ku  ew turşû, dimsê û pêwistiyên xwe ji bo zivistanê ji baxçeyan digirin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Di nav baxçeyan de em malbat bi hev re kar dikin. Em ji baxçeyê xwe sê, çar mewsîman digirin. Caran berhemên me ji baxçe girtî dibin bazarê û caran jî di bin febrîqeya sebzeyan.  Ji bo zivistanê jî em berhemên îsot, bacan, kundir û hin sebzeyên din hişk dikin û turşûya wan çêdikin. Dema ku mewsimê kunciyan dest pê bike, em ê bişînin febrîqê û tihîna wê çêbikin. Li gorî sala par berhemên îsal başin, lê ji ber ku her diçe lêreya Sûriyeyê li hemberî rêjeya dolar dadikeve em tu qezenc ji baxçeyên xwe nagirin.”