‘Jin bi keda xwe jiyanê dixemilînin’ 2020-06-22 09:02:32   KOBANÊ- Endama Lijneya Pêşxistina Çandiniya Civakî ya Herêma Firatê Pêrgîn Îbrahîm, derbarê kar û xebatên embarên genim de axivî û wiha got: “Cara yekeme li Herêma Firatê jin di embarên genim de kar dikin, pêwist e jin xwedî li ked û vîna xwe derkevin.”   Her sal di dema demsala çandiniyê de zilam di odeya veşartî ya embarên genim de dixebitin, lê îsal yekem care ku jin di odeya veşartî ya embarên genim de li herêma Firatê kar dikin. Li gor civaka baviksalar jin di embaran de nikarin kar bikin, civak jinê hertim wek karkereke malê dibîne.  Mafê jinê nîne biçe li derve kar bike û dema jin li derve kar dikin şerm tê dîtin. Li hember zîhniyeta civaka baviksalar jinan bi keda ku dan diyar kirin ku jin di hemû qadên jiyanê de dikarin kar bikin û rola xwe bilîzin. Di odeya veşartî ya embarên genim a gundê Rovî ku dikeve Başûrê Kantona Kobanê  2 jinên ciwan dixebitin. Karê wan tenê di dema demsala çandiniyê de dest pê dike.   Derbarê kar û xebatên embarên genim de Endama Lijneya Pêşxistina Çandiniya Civakî ya Herêma Firatê Pêrgîn Îbrahîm ji ajansa me re axivî.   ‘Bi demsalê re karê me dest pê dike’   Pêrgînê derheqê kar û xebatê xwe de wiha axivî: “Ev Sala yekem e ku jin di embarên genim de cih digirin. Bi destpêkirina demsala çandiniyê re me dest bi karê xwe kir. Bi ked û piştgiriya rêveberiya me ya jinê me dest bi karê xwe kir. Karê odeya veşartî wiha pênase bikim dema komkirina genim an jî ceh xilas dibe mirov berhemên xwe  tînin embaran û li gel dabeş dikin. Dema genim tê gel me em hemû agahiyên derbarê cotkar de kom dikin, hijmarekê li ser dinivîsînin û dişînin odeya tehlîlê.  Li wir jî bê ku bizanibin genimê kê ye tehlîl dikin û bedewiya wî diyar dikin. Bedewiya genim li gorî baş bû û xerabûna wî tê diyarkirin Ev bedewî di çar astan de tê diyarkirin. Genimê di asta çaran de cih digire ne baş an jî pir ceh di nav de heye. genimê  bedew dereca yek û du ye.  Piştî ji odeya tehlîlê tê gel me li gor dereca wê em dişînin odeya jinmêriyariyê. Edî karê herî dawiyê odeya jimêriyarî dike.”    ‘Di her karekî de zehmetî heye’   Pêrgînê bal kişand ser zehmetiyên karê xwe û wiha axaftina xwe dewam kir: “Her çiqas ev kar zehmet be jî wek jineke ciwan keda xwe dîtin jî keyfxweşiya herî xweş e. Pir zehmetiyên kar çêdibin, lê em bi biryareke tevlî karê xwe dibin. Li gor civakê jin di embaran de nikarin kar bikin,  ji ber ku civaka baviksalar jinê hertim wek karkereke malê dibîne, mafê jin nîne biçe li derve kar bike û dema jin li derve kar dikin şerm tê dîtin. Li gor civakê mêt tenê dikirin di embaran de kar bikin  û nabe ku jin kar bike. Rêveberiya me destek da me ku em di odeya veşartî de hem li navçeya Çelebiyê û hem jî li gundê Rovî kar bikin. Beriya em di odeya veşartî de kar bikin zilaman ev kar dikir, lê niha jin jî dike. Destpêka kar zilaman digot nikarin bikin ji vî karî fêm nakin. Lê dema me dest pê kir kar baş bi rê ve diçe û êdî nikarin tiştekî derheqê keda jinê de bibêjin.”   ‘Bi pêşengtiya jinê civak pêş dikeve’   Pêrgînê diyar kir ku pewist e jin xwedî li keda xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Embarên genim ên gundê Rovî tijî bûne ji ber vê yekê genimê ku ji me re tê em dişînin bajarên Minbic, Tepqa û Reqqa yê. Wek jinên ciwan me bi keda xwe ji civakê re diyar kir ku jin di her qadê de dikarin kar bikin. Ez hêvî dikim ku jin xwe pêşve bixin û xwedî li keda xwe derkevin. Jin dikare bi hêz û vîna xwe di her qada jiyanê de cih bigire û xebatê bide meşandin. Bi pêşengtiya jinê civak pêş dikeve, ji bo vê jî em ê hertim xebatê bidin meşandin û destkeftiyên xwe biparêzin.”