Di pêvajoya vîrûsê de ji sedî 45 jin bê kar man 2020-06-20 16:48:34       STENBOL - Li gorî rapora DÎSK-AR’ê di pêvajoya şewbê de herî zêde jin bi bandor bûn û hat diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ji sedî 45 jin bê kar man.    Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), rapora rewşa jinan a di qada kar de ya di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Covid-19) de dinirxîne weşand.    Di raporê de, hat diyar kirin ku herî zêde jinan di pêvajoya şewbê de karê xwe winda kirin û ji ber vê qada xebitandinê pir bi lez teng bû. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku di navbera adara 2019 û adara 2020’an de, hêza kar a jinê ji sedî 11, xebitandina jinê ji sedî 9 bû û di pêvajoya şewbê de jî rêjaya betalbûna jinê ji sedî 45,3 hat diyar kirin.