‘Çandinî parçeyek ji jiyana me ye’ 2020-06-20 09:05:36   Medya Uren   AMED - Fatma Budak û Zozan Budak li gundê Goçxwarê yê navçeya Lîcê li gel malbata xwe, li zeviyên ku kirê kirine çandiniyê dikin. Fatmayê diyar kir ku demek direje ew karê çandiniyêdikin û got: “Çandinî parçeyek ji jiyana me ye. Ev çand û debara me ye.”   Jin bi geşkirina çandiniyê û dayîna kedê jiyanê bi wate dikin. Lewra ev têkoşîna wan ji bo vegera jiyana xwezayî ye. Gelên li ser xaka Mezopotamyayê ku bi vê çandî mezin bûne, vê çanda xwe berdewam dikin. Bajarê Amedê jî yek ji van navendên çandinî û ajalvaniyê yê herî bi berhem e. Şêniyên li gundên Goçxwar, Zengê, Lîcok, Balîçnê û Mişirfê yên ku girêdayî navçeya Lîcêya Amedê ne bi taybet debara xwe bi çandiniya tutinê dikin. Gelek malbat serê sibehê zû radibin û li van zeviyan dest bi karê xwe yê rojane dikin. Yek ji van malbatan jî malbata Fatma Budak (50) û Zozan Budaka (23)  ku ew û zarokên xwe bi hev re ji bo çandiniyê hatine.    ‘Li van gundan ax bi berket e’    Ber bi çiyayên Lîceyê ve gelek gundên ku ji hev dur û xwedî şênyên hindikin hene. Li ber her deriyekî malên van gundan jî zeviyên çandiniyê dixweyên. Di serê sibehê zû de jinên ku ji ber tavê poz û ruyê xwe nixumandine dixwiyîn. Hema çi bigire hemû gundî bi çandina tutin re mijûl dibûn û çandiniya herî navdar ew e. Malbata Fatmayê ji bi şefeqê re ji gündeki din ber bi gundê Goçxwarê ve hatine. Ji bo debara xwe bikin zevî bi kire girtine û didin xebitandin. Fatmayê ji bo pirsa me ya hatina wê ya vir wiha bersivê dide: “Li gundên me av tûne ye, lewra ji ber vê yekê jî em ji gûndê xwe tên vî gundî.”   ‘Em ji çandiniyê hez dikin’   Fatmayê da zanîn ku ew bi domdarî girîngiyê didin çandiniyê û wiha pêde çû: “Çandinî parçeyek ji jiyana me ye. Her ku tê bîra min em bi van karan re mijûl dibin. Lewra em ji van karan wêdetir tiştekî din nizanin. Ev zevî ji bo me kaniya debarê ne. Dibe ku ev gelek zor bin. Ji serê şefeqê heta  êvarê em dixebitin. Li ber tava germ bê rawestîn em kar dikin. Em diwestin lê dîsa jî wate û girîngiya çandiniyê ji me re zêde ye. Em ji vî karî hez dikin.”   ‘Em heqê keda xwe û kîraya zeviyê ji dernaxin’   Herî dawî ji Zozan Budak wiha axivî: “Em ji niha de dest bi çandiniyê dikin, ber bi peyîzê ve jî em ji çandiniya dikin berhemên xwe kom dikin. Li vir herî zêde tutin tê çandin. Tutina ku me bi destxistiye em difroşin. Lê em heqê keda xwe û kîraya zeviyê ji dernaxin. Bifikirin em ji serê sibehê ve dixebitin. Tutina em amade dikin navbeynkar tên ji me digirin. Tutina me erzan ji me digirin û bi du qetê bûhayê ku ji me digirin difiroşin. Navbeynkar ji me bêhtir qezenc dikin.”