'Krîza aborî herî zêde bandorê li xizanan dike' 2020-06-15 09:03:03   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê krîza aborî ya li Sûriyeyê ku herî zêde bandora xwe li ser kesên kedkar û xizan dike gotin: "Buhabûna pêdîviyên jiyanî jiyana me ya rojane asteng dike. Listikên aborî yên ku ji aliyê pergalan ve tên rêvebirin dîsa bedela wê mirovên xizan û kedkar didin."   Bi buhabûna rêjeya dolar re êdî li Sûriyê peydakirina pêdiviyên jiyanî yên herî biçûk jî zehmet bûye. Mirov bi qirîza aboriyê re rûbirû mane. Pergalên ku li hev nakin mirovan weke amûrên şer di navbera xwe de bi kar tînin. Ji bo wê em dikarin bêjin bilindbûna rêjeya dolar bandorê li pergalan nake û tenê mirovên xizan ji vê rewşê neyînî bi bandor dibin. Têkîldarê mijarê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn nêrîna xwe bi me re parvekirin.    'Mirov di rewşên pir zehmet de dijîn'   Jina bi navê Reşîde Mistefa jî derbarê buhabûna li Sûriyê û bêdengiya Rejîmê li hember  çareseriyê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Li Sûriyeyê krîzeke aborî ya pir dijwar heye.  tevî wê jî rejîm nikare çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne. Tenê di navbera hemû herêmên Sûrieyê de nakokiyan derdixe û bi dirûşman dixwaze hêrsa gel a li hember xwe sivik bike. Mirovên ku di Sûriyê de dijîn, bi piraniya xwe mirovên kedkar û xwedî tedbîrin. Lê em nikarin bêjin êdî rewşa heyî tedbîr dikare rê li ber vê krîzê bigirin. Li Sûriyê buhabûna rêjeya dolar û li hember wê ketina lireyê Sûriyê bû sedem ku mirov di rewşên pir zehmet de bijîn. Divê aliyên pêywendîdar çareseriyekê bibînin."   'Divê çareseriyek ji bo vê qeyranê were dîtin'   Jina bi navê Emîne Silêman jî ji bo qeyrana aborî wiha got: "Divê Rejîma Sûriyê bikeve tevgerê û ji bo qeyrana aborî çareseriyekê peyda bike. Şêniyên Efrînê ne û li Şehbayê dijîn. Lê  tucaran Rejîmê alîkariya me nekiriye. Daxwaza hemû gelê sûriyeyê çareserkirina vê krîza aborî ye."   'Rêveberiya Xweser guh dide dengê gel'   Jina bi navê Fatma Elîko jî zehmetiyên ku di aliyê aborî de dijîn wiha parve kirin: "Bi vê rewşa zehmet re êdî mirov ji gazincan westiyan e, aliyên ku xwe weke parazvanên vîna mirovan dibînin li rewşa heyî temaşe dikin û tu çareseriyê pêk naynin. Berovajî wê li gor derfetên heyî Reveberiya Xweser li herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pirskirêkên ku derketin re hertim bûye bersiv. Em dikarin bibêjin ku di vî warî de rewşa me ji ya bajarên Sûriyeyê cuda ye. ji ber Rêveberiya Xwser guh dide dengê gel û nirxên gelê xwe diparêze. Em bawerin ku em derarê ev kirîza heyî de jî bi hev re ji bo civakê çareseriyekê pêş bixin. Hêviya me ji tevahiya civaka me heye ku bi rêveberiya xwe bawer be û kesên bikaribin di vî warî de bibin alîkar jî bila li benda tu biryaran nemînin û bibin alîkar."