‘Dibêjin her tişt baş e lê hemû derewan dikin’ 2020-06-14 09:11:09   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Ji ber krîza aborî û vîrûsa korona betalî û xizanî zêde bû û welatiyên diçin bajar jî destvala vedigerin. Jinan diyar kirin ku buhabûn gelek zêde ne û gotin: “Dibêjin her tişt di rê de ye û başe! Lê hemû jî derew in."   Li Tirkiyeyê di sê salên dawî de TL li dijî dolar û euro nirx winda kir û krîza aborî giran bû, ji ber vîrûsa korona betalî û xizanî zêde bû. Li ser vê jî zem hatin kirin. Bihêlin dayîna kirê, bi hezaran mirov nikarin hewcedariyên xwe yên sereke yên wekê fêkî, sebze goşt bigirin. Li taxa Obalar a Seyhan a Edenê, jinên çûn bajarê destvala vegeriyan û pirsgirêkên xwe vegotin.   Yuksel Yîgît ya ji bazarê destvala vegeriya, bertek nîşanê rayedaran da û got yên dibêjin aborî baş bûye rast nabêjin û wiha got: “Tiştek sererast nebûye. Xizan wê ji birçîbûna bimirin. Dibêjin her tişt baş e, di rêde ye. Lê mixabin hemû derewan dikin. Kîloyek firingî danakeve bin 5 TL. Îsot 8 TL, balcan 6 TL ye. Li bajarekî wek Edenê ev wisa be ez li bajarên din rewşê nafikirim. Her kes betal maye, ev 2 mehe ji xwe kes naxebite. Hatina me ji kahweyê bû. Ew jî hat girtin. Zarok betal in. Me fêkiyek jî nexwariye. Em ji vir ji wir deynan dikin û wisa tên bazarê.”   ‘Min buhayên tiştan dît û ez vegeriyam malê’   Hatice Işikli jî bang li îqtîdarê kir ku çareseriyek pêk bê û wiha berdewam kir: “ Ger hûn nikarin birêve bibin dest jê berdin. Welatî tî û birçîne, ne xema dewletê ye. Min buhayan tiştan dît, ez neçar mam vegerim. Welat dişewite, kes vê şewatê nabîne. Em ji rêberiyê ne razîne. Ji ber aboriyê zewac êdî bi dawî dibin. Mirov êdî nikarin li malên xwe zarokên xwe binêrin. Bihayê tup, ceyran, avê zêde bûne.”   ‘Dewletê em hewcedarê nan kirin’   Serap Kuçuk jî destnîşan kir ku yekane xwarina xizanan meqerneye û ev tişt anî ziman: “Dewletê welatî hewcedarî nan kirin. Em ji bazarê nikarin kîloyek fêkî bigirin. Ez bi 60 TL hatim, pereyê min nema. Biha gelek zêde ne. Havînan divê biha biketa lê berovajî vê. Kîloya birincê 9 TL, run 45 TL ye. Xwarina xizanan maqerneye. Pakêta maqerneyê jî bûye 3 TL. xizan êdî nikarim wê jî bigirin.”   ‘Em li Edenê jî nikarin fêkî û sebze bigirin’   Atlas Duzguner jî bi lêv kir ku li tu welatî dema pandemiyê de ji welatiyan pere nehatiye komkirin û got: “Lê li welatê me ji welatiyan alîkarî hat xwestin. Em êdî sewalan jî ji derve digirin. Ev rewşeke bi xof e. Em hatin vê rewşê. Em hatin pazarê lê em nikarin fêkî bigirin. Fêkî êdî ji bo me luks e. Em li cihê wek Edenê ku navenda fêkî û sebzeyane, bi vê bihayê digirin. kîloyek firingî 6 TL ye. Welatî wê çawa bigirin? Mirov bi mehane naxebitin. Welatiyan dixapînin dibêjin her tiştek baş e. Lê kes lêpirsîn nake, lêkolîn nake. Em her tim bi zor û zehmet debara xwe dikin.”