Hatîce Efe: Xwendekar kirin qurbanê sektora turîzmê 2020-06-13 09:08:59   AMED - Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Hatîce Efe, ezmûnên zanîngehê yên di 27-28’ê Hezîranê de tê kirin nirxand û diyar kir ku xwendekaran dikin qurbana sektora turîzmê û her wiha da zanîn ku zarok ji perwerdeya dûr zêde tiştekî nagirin.   Ji ber vîrusa korona di çarçoveya tedbîran de perwerde hatibû rawestandin. Xwendekarên ku perwerdehiya wan hat rawestandin ketin fikarên ji bo pêşerojê û ligel vê xwendekarên ji bo ezmûnên zanîngehê jî xwe amade dikirin, di fikaran de ne.Ezmûnên Saziya Hîndekariya Bilind (YKS) di 27-28’ê Hezîranê de pêk tê. Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe pergala ezmûnê û perwerdeya ji dûrve nirxand û got pirsgirêkên navberdayîna perwerdehiyê bi xwendekaran re rê li ber fikaran vekiriye.   ‘Tevlîbûna xwendekaran a perwerdeya olîne kêm bû’   Hatîceyê destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de pirsgirêkên heyî yên di pergala perwerdehiyê de zêdetir derketine holê û got ji bo hemû xwendekar bi awayekî rêk û pêk tevlî perwerdehiya olîne bibe divê xwedî heman derfetan bin û got: “Ji bo xwendekar tevlî perwerdehiya ji dûr ve bibin divê telefon, televîzyon, kompîtur an jî tabletên wan hebin.Ligel vê divê înternet jî hebe. Li hinek navçeyên Amedê tevlîbûna xwendekaran a dersên onlîne gelek kêm bû. Mînak Sûr ji sedî 1 bû. Li Kayapinarê tevlîbûna xwendekaran zêde bû. Tu car ji sedî sed tevlîbûn çênebû. Lê navçeyên rêjeya wê kêm ji sedî 1 an jî 2 Sûr û Rezan bû.”   ‘Zarok ji perwerdeya dûr zêde tiştekî nagirin’   Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çend caran tevlî dersa olîne bûye lê ji her polê tenê çend xwendekar hebûne û xwendekaran di alî teknîkî de pirsgirêk jiyane, ji ber bê derfetbûnê tevlî dersan nebûne. Hatîceyê wiha berdewam kir: “Di perwerdehiya rû hev de, şert û mercên newekhev dikaribû bihata kamuflekirin. Lê di perwerdehiya ji dûr ve de me dît ku xwendekarên dezavantaj çiqas zêde ne. Bêguman perwerdehiya rû hev ya herî baş e. Perwerdehiya ji dûr ve zêde tiştekî nade xwendekaran.”   ‘Ji devê yek kesî biryar tê dayîn’   Hatîceyê bi gotinên weke ‘xwezî ewil ne ezmûn, tenduristiya xwendekaran ba’ bertek nîşan da û got: “Dema ku wezareta perwerdehiyê an jî hikûmet pêngavekê davêje divê ewil bêje ‘wê tenduristiya xwendekaran çi be, em dikarin çawa tedbîran bigirin?’ Bêyî amadekarî bi xwendekaran girtin, ezmûn taloq kirin û dîsa girtin pêş. Her wiha dema ev kirin jî ji xwendekaran anketek negirtin, bi saziyên civaka sivîl neşêwirin. Ev kêmasiyek mezin bû. Mixabin biryar ji devê yek kesî tê dayîn.”   ‘Zarokan dikin qurbanê turîzmê’   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo sektora turîzmê zindî bê hiştin xwendekaran dikin qurban û got di pêvajoyeke bi rîsk de ketina ezmûnê ne rast e û wiha dawî lê anî: “Wezareta Perwerdehiyê di her biryara der barê perwerdeyê de dide divê hevkar be. Di vê pêvajoyê de motîvasyona xwendekaran ket. Ev pirsgirêkek mezin a derûnî ye. Xwendekar li aliyekî fikara tenduristiyê li aliyê din jî ya ezmûnê dijîn. Xwendekar bê amadekarî ne. Hêvîdar im di hawira ezmûnê de şert û mercên navbera civakî pêk bînin. Ji ber bi rûpoş ketine ezmûnê pir zehmet e. Ya girîng tenduristiya mirovan e. Telafiya ezmûnan dikare piştre jî bê kirin.”