Baxçeyê wê hem çavkaniya debarê hem jî qada piştevaniyê ye 2020-06-10 09:05:31   WAN - Gulbahar Ayduz ya li baxçeyên xwe şitlên xwe bi axê re anî gel hev, hem pê debara xwe dike û hem jî ji bo malbatên ku rewşa wan ya aborî ne baş e, dikeve nava piştevaniyê.   Gulbahar Ayduz (45) ya li taxa Esenler a Sixkê ya Artemît a Wanê dijî 32 sale şitlên bixwe digihîne li baxçeyê xwe diçîne. Gulbahar li baxçeyê xwe şitlên firingî, îsot û xiyaran diçîne. Her wiha li baxçeyê wê 150 darên sêvan û 15 jî yê gûzan heye.   ‘Çavkaniya debara min baxçeyê min e’   Gulbahar diyar dike ku çandin karekî zehmet e û got mehekê seranser tê baxçe û dixebite û got: “Karekî wisa kedek mezin dixwaze, ancax jin dikarin bikin. Em bi kedek mezin vê derdixin holê. 32 sale ez li baxçeyê xwe sebze diçînim. Di nava malbata me 10 kes hene. Çavkaniya debara me baxçeyê me ye. Her wiha em piştgiriyê didin malbatên rewşa wan nebaş jî.”   ‘Divê hêza aborî ya her jinî hebe’   Gulbaharê da zanîn ku divê her jin alternatîfa xwe ya aborî biafirîne û ev tişt daxuyand: “Ez xwe hewcedarê mêr nakim. Her jin çi ji destê wan tê divê bike. Dema kar tê gotin, bila derve neyê hişê mirovan. Em bi çandina yek şitlekê dikarin debara xwe bikin. Em jin hene û em ê her tim hilberînin.”