Esnafên Wanê: Deyn ketin ser hev 2020-06-08 10:16:04   WAN - Esnafên ku bi pêvajoya normalbûnê re dikanên xwe vekirin wiha gotin: “Çawa me dikan vekirin, em bi fatureyên sê mehan, kirê re hatin rû hev.”   Ji ber vîrusa korona ku bandor li ser hemû cîhanê û Tirkiyeyê kir, esnafan bi mehan dikanên xwe girtin. Bi pêvajoya normalbûnê re di 1’ê Hezîranê de esnafan dikan vekirin. Lê esnaf ji ber deyn û fatureyên li ser hev, zehmetiyan dikşînin.   ‘Em ji bo deynan dixebitin’   Eylem Nîllî ku li Bazara Gel a Mezin dikana wê heye, diyar kir ku çawa dikan vekirine bi deynan re hatine rû hev û got beriya vîrusê ji ber krîza aborî zehmetî dikşandin û wiha pê de çû: “Fatureyên di dema vîrusê de nehatin razandin em xistin zorê. Em ji bo deynan dixebitin. Hikûmetê di pêvajoya vîrusê de ji bo esnafan tu piştgiriyek neda. Bihêlin piştgiriyê, xwediyên dikanan jî di alî dayîna kirê de hêsaniyekê nakin. Em ê çawa ji nav derkevin.Ev hefteyeke me dikan vekirin. Em li bendê muşteriyan bûn lê fature hatin. Beriya vîrusê fatureyên ceyranê yên 60-70 TL bû niha bûne 400 TL. Kirêya me 600 TL ye û niha ketiye ser hev. Li hesabên bankayê, qertên krediyê niha ev deyn zêde bûn.”   ‘Ji ber tiştek nayê firotin me mûçeyê xwe jî negirt’   Bahar Pati jî li heman bazarê tezgaha pêlavan vekiriye û got sibehê saet di 06.00’an de dikanê vedike û wiha berdewam kir: “Seranserê rojê dixebitim û mehaneya min 800 TL ye. Dema patron piştgiriyê nedin an jî firotanek çênebû, min du mehan carê pere girt. 800 TL be jî nayê dayîn. Tu tiştek nayê firotin. Ev du mehe ji derve berhem nehat girtin. Cure kêm e û ji ber vê jî muşterî nayên. Ligel vê pêlava 50 TL yî di vê pêvajoyê de bi 90 TL tê firotin. Ev ji bo her du aliyan jî zehmet e.”   ‘Bi zirar tê firotin’   Nejla Çelçuk jî daxuyakirin ku ji derve berhem naynin û ji ber deriyên sînor girtine turîst jî nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min kirêya du mehan neda. Ji ber krîzê kes nikare tiştekî bigire. Min biha zêde nekir. Em welatiyan baş fêm dikin. Gelê herêmê pirsgirêka betaliyê dijîn. Dema muşterî tên heta ji destê min bê ez biha dadixim. Pêlava min bi 80 TL girtiye ez bi 60 TL difroşim. Ez 20 TL zirar dikim. Dema wisa dibe jî em nikarin tu tiştekî nû jî bînin.”   ‘Esnaf kepengan digire’   Hanîfe Guzel jî ku bincilkan li bazarê difroşe ev tişt anî ziman: “Alav nayê firotin. Ji ber vê jî gelek esnaf dikanan digirin. Em jî neçarin bigirin. Çend qurûşê tê jî em didin fatureyan. Ji ber bihabûnê muşterî jî tenê dinêrin. Sê meh bû me dikan girtibûn. Çawa me vekirin fature hatin.”