'Di pêşxistina aboriya civakê de jin xwedî roleke girîng in' 2020-06-01 09:02:37   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jinên gundewarê Hesekê bi hatina dema çinîna pelê tirî di nava bexçeyan de pelên mêwê kom dikin. Têkildarî komkurina pelê mêwê jina bi navê Hala Mihemed axivî û got: "Di demsala berhevkirina pelê mêwê de jin xwedî tevger û ked e. Jin xwedî rolek pir girîng e.  Di pêşxistina aboriya malbat û civakê de jin her dem di rêza pêş de ne."   Ji her tiştekî re demek heye. Di heyva Gulan û Hezîranê de dema çinîna pelê mêwê ye. Jinên Gundê Til Sexir jî  ji bo pêşxistina aboriya civakê û alîkariya kesên xizan di nava bexçeyên darê mêwê de kar dikin û ji çinîna pelê mêwê fêdeyê digirin.Têkildarî vê mijarê jina bi navê Hala Mihemed a 24 salî ye ji ajansa me re nirxandin kir.   'Jinên Gundê Til Sexirê ji pelê mêwê sûdê digirin'   Halayê teqez kir ku welatî ji çinîna pelê mêwê fêdeyê digire bi taybet ji ber ku niha dema wê ye jî ye û wiha pê de çû: "Li gel me erdek nêzî 2 donim heye. Di baxçeyê me de nêzî 50 dar hene û di nav de jî em 3 jin tê de kar dikin. Pelê mêwê pir baş e ji ber ku baran baş bariya. Ji bo pêşxistina aboriyê em pelan diçinin û difroşin welatiyan û  bazara bajarê Hesekê. Piraniya kesên ku di çinîna pelê tirî de kar dikin jin in. Her wiha piştî çinînê jî em li hev kom dibin, pelan rêz dikin û dixin kîsan da ku em bifroşin. Îsal buhayê kîloyê pelê tirî ji hezar heya hezar û pênsed lîra ye, piraniya kesên ku dikirin jî daxwaza pelê darê gundan ên teze dikin, em jî ji  pelê mêwê sûd digirin û di hefteyê de 2 caran rêdikin bazara Hesekê."   'Xweşbûna alîkariyê pir bi wate ye'   Halayê balkişand ser kesên xizan ku li gund dijîn û wiha domand: "Bê guman pir kesên xizan hene nikarin pelê tirî bikirin û jê xwarina xwe çêkin an jî ji xwe re ji bo zivistanê hilînin, ji bo wê jî em alîkariya van kesan dikin û pelên tirî li gorî pêwistiya wan pêşkêş dikin. Dema em alîkariya kesên xizan dikin, kêfxweş dibin ew kêfxweşiya wan hêja ye cîhanek bi xwe ye. Xweşbûna alîkariyê pir bi wate ye."   'Jin xwedî rolek girîng e'   Halayê da zanîn ku dema ku demsala berhevkirinê ber bi dawî ve diçe êdî mirov dest bi hilandina pelê tirî ji bo zivistanê dikin û wiha got: "Dema ku demsala berhevkirina pelê tirî ber bi dawî ve diçe êdî mirov kirîn û firotinê didin rawestandin û ji bo mala xwe pelê tirî da ku di zivistanê de ji xwe re weke xwarin çêbikin. Di pêşxistina aboriya malbat û civakê de jin xwedî roleke girîng in."