'Jin bi keda destên xwe bi hêz dibin' 2020-05-29 09:16:54   Elmas Nayif - Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Jina bi navê Rihan Xidir Xelef a ku dirûtina cilan dike anî ziman ku tevî ku ew bi fermanên mezin rû bi rû mane dîsa jî vegeriyane ser axa xwe û got:"Nan û axa mirov gelekî şîrîn e. Em bi keda detstên xwe li ser axa xwe li berxwe didin. "   Rihan Xidir Xelef a 38 salî ye di temenê xwe yê 14 salî de dest bi dirûtina cilan kiriye. Rihanê ji me re çîroka xwe ya keda bi salan rave kir. Rihanê got:"Jin bi keda destên xwe bi hêz dibin."    'Ez malbata xwe bi keda destên xwe xwedî dikim'   Rihanê wiha dest bi çîroka keda bi salan kir:"Ez bi ji Xanesorê me. Ez di malê de zaroka herî mezin bûm. Em diçûn bîstnan, her wiha me pembo kom dikir û me debara xwe dikir. Ez jî diçûm kar lê meraqa min pir ji bo dirûtina cilan hebû. Min carinan bi xwe cil didirûtin. Her ku diçû meraqa min zêdetir dibû. Bavê min jî çav vê meraqa min ket û ji min re makîna cilan kirî. Dema ez fêrî dirûtinê bûm ez 14 salî bûm. Ez di 20 saliya xwe de zewicîm û 6 zarokên min hene. Ez îro 38 salî me û ez malbata xwe bi keda destên xwe xwedî dikim."   'Em bi keda destan hewil didin ku li ser piyan bisekinin'   Rihana ku bûye şahida fermana 3'yê tebaxê di heman demê de bal kişand ser zehmetiyên di wê serdemê de û wiha dewam kir:"Dema fermanê de em gelekî di nav rewşeke zehmet de bûm. Hevjînê min bê kar bû. Di dema fermanê de tenê me zarokên xwe xelas kir. Hemû tiştên me li dû me man. Em çûn Kampa Çemoşko ya Zaxoyê. Li kampê em di bin şerdên gelekî dijwar de bûn. Ji bo ez dirûnê bikim dîsa min makîneya dirûtinê kirî. Piştî 5 salan em vegeriyan ser axa xwe. Lê 5 sal ji bo min gelekî zehmet bû. Wekî 20 salî derbas bû. Em ji axa pir hez dikin. Em li ser axa xwe tenê nan û av jî bixwin em qayil in. Rewşa me ya aborî zêde ne baş e lê em bi keda destên xwe hewil didin ku li ser piyan bisekinin."   'Jin bi keda destên xwe bi hêz dibin'   Rihanê diyar kir ku di heman demê de ew hunera dirûtinê fêrî zarokên xwe jî dike û wiha bi dawî kir:"Ez dixwazim zarokên min jî hînî vê hunerê bibin. Loma hewil didim fêrî wan jî bikim. Rewşa me her çiqas ne baş be jî berxwedana li ser axa mirov cuda ye. Loma ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe têbikoşin. Nan û axa mirov gelekî şîrîn e. Em bi keda detstên xwe li ser axa xwe li berxwe didin. Jin bi keda destên xwe bi hêz dibin."