'Em vê giyayê ji çiya û zozanên herî asê kom dikin' 2020-05-26 09:05:12   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên li gundê Elemûn ê Qilebanê bi hatina havînê re dest bi komkirina giyayê bi navê bîk kirin. Ji jinan Dîlber Yîgît anî ziman ku ew vî giyayê ji çiya û zozanên herî asê kom dikin. Dîlberê got ku komkirina giya zahmet e lê ew mecburin ji ber ku pê debara xwe dikin.    Li gundê Elemûn ê Qilebana Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye, bi destpêka havînê re jinan berê xwe da xwezayê û dest bi komkirina gihayên cûr bi cûr kirin. Ji van gihayan yek jî gihayê bi navê Bîk e. Jinên ku giyayê bîk kom dikin ji bo xwarinê amade dikin. Jin giyayê ku kom dikin û tînin piştre ji hev vediqetînin hûr dikin û dikelinin. Piştî ku dikelînin dikin nav toraqê an jî ji bo xwe dikin xwarin. Jina bi navê Dîlber Yîgît(50) ku li gundê Elemûnê dijî û debara mala xwe bi xwe dike jî yek ji van jinan e.   Dîlberê, anî ziman ku jiyana wan tim li gund derbas dibe û bi kar û barê gund mijûl in. Dîlberê, got ku ew li gund hem pez xwedî dike, hem jî bêrîvaniyê dike  û  wiha got: “Jiyana gund zehmede lê  ji aliyekî ve jî xweş e. Em li gund pez xwedî dikin. Ji şîrê wan jî mast, penêr û toraqê çêdikin. Ji xeynî van jî em li çiya û çolan gihaya kom dikin. Em pincar, kereng, bîk û gelek cureyên din ên giya kom dikin.”   ‘Em jin tim bi hev re diçin’   Dîlber, di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi hatina biharê re giyayê bi navê bîk şîn bûye û ew jin hemû bi hev re diçin komkirina vî giyayî.  Dîlber, wiha pêl da axaftina xwe: “Em gelek jin tên ligel hev û bi erebeyan diçin çiya, giya kom dikin û tînin malê. Piştî ku em tînin malê em paqij dikin û dişon. Em yê qert û teze ji hev vediqetînin. Piştre dikelinin. Piştî keliya em dikin bîdonan û devê bidon baş digirin ji bo xira nebe. Dema zivistan jî tê jin ji bo xwarinê têra xwe derdixin û çê dikin.”   ‘Em vî giyayî ji bo xwarinê tînin’   Dîlberê, bi lêv kir ku ev gihayê bîk li çiyayan bi xwe şîn dibe û wiha domand: “Em diçin çiyayan û zozanên kanî spiyê vî gihayî kom dikin. Em jin tim bi hev re diçin û tînin. Dema em tînin malê komek jin em tên gel hev û bi hev re paqij dikin. Em vî gihayê ji bo zivistanê ji xwe re vediqetînin ên zêde jî em difroşin. Em dibin Cizîr, Şirnex û Qilebanê difroşin.  Em vî giyayî diqelînin û an jî  dikin nav toraqê û dixun.”   ‘Em ji meha nîsanê heta meha gulanê kom dikin’   Dîlberê, got ku ji ber vî giyayî ji cihên dûr û zozanên asê kom dikin gelek zahmetiyan dikişinin û wiha berdewam kir: “Em bi erebê heta cihekî diçin û jê wêdetir em bi peyatî diçin. Piştî ku em digihîjin cihê zozanan em giya kom dikin û dikin turikên xwe. Piştî ku em kom dikin carekedin ew qas rê dimeşin tên cihê erebeyê. Piştre bi erebeyê vedigerin gund. Em neçarin kom bikin û bînin. Ji ber kar nîne em debara xwe bi vî gihayî dikin. Em di meha nîsanê dest bi komkirina bîkê dikin heta meha gûlanê. Ji meha gûlanê şûn de ji ber ku qert dibe nayê xwarin divê bi tezetî bê çinîn.”   ‘Bila jin tim bi xwezayê re bin’   Dîlber, herî dawî got ku dema jin bixwaze dikare hemû karan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyan tim li ser milê jinê didome. Ji ber wê jî jin dema çi bixwaze dikare hemû tiştî bike. Bila jin tim bi xwezayê re bin.”