Li Colemêrê serdema giyayê hem derman û hem debar e dest pê kir 2020-05-25 09:04:00   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Bi  hatina demsala biharê re jinan berê xwe dan çiyayên herî bilind. Jinên ku bi zehmetiyên herî mezin giyayên herî bi tam û derman kom dikin gotin:" Em diçîn çiyayên herî bilind giya kom dikin. Çûyîna van çiyayan hem talûke ye û hem jî zahmet e. Ji ber ku dibe ku hûn di heman wextê de ji kendalekî de bikevin û bimrin."   Li Colemêrgê bi hatina demsala biharê  re jinan dest bi komkirina giya kir. Li gundê Îde yê girêdayî  Colemêrgê jin di seatên serê sibehê de radibin û li çiyayên  bilindahiya wan 3500 metre giyayên mîna mendê, siyabo, bûk û rêvasê kom dikin. Giyayê ku bi giştî ji hêla jinan ve tên komkirin hem di nav pênir de, hem di nav xwarinan de û hem jî jî bo ku bikaribin pê debara xwe  bikin difiroşin. Jinên ku dema komkirina pincaran de  gelek caran bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin, dîsa jî dev ji komkirina giya bernadin.   'Em ji çiyayên herî bilind kom dikin'   Ji jinan Hamaîl Dayan anî ziman ku îsal ji ber derengmayîna demsala biharê gelek giya dereng şîn bûn û got:" Wekî her sal îsal jî bihar dereng hat Colemêrgê. Em di meha gulanê de ne lê hîna li çiyayên me berf heye. Ji ber barîna berfê bihar pir dereng hat û jî ber vê yekê jî gelek giya jî dereng şîn bûn. Em her sal li  bi hatina biharê re berê xwe didin çiyayên herî bilind. Em diçîn wan çiyayên herî bilind giyayên herî bi tam ku derman in kom dikin. Çûyîn qasî ku  talûke ye, pir zehmete jî. Ji ber ku dibe hûn di heman wextê de ji kendalekî de bikevin û bimrin. Lê em ji ber ku di temenê biçûk de dest bi vî karî dikin, em êdî hîn bûne. "   'Bi qasî ku jin diwestin mêr nawestin'   Hamaîlê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser amadekirina giya û ev tişt got:"  Her çiqas komkirina giya zehmet be, amadekirina wî jî ewqas zor û zehmet e. Mêr jî û jin jî giya kom dikin. Lê bi qasî ku jin diwestin mêr nawestin. Ji ber ku ew tenê kom dikin, lê em ji amadekirinê jî berpirsyarîn. Dema ku em giya tînin em destpêkê dişûn û piştre li ser agir dikelinin. Em ewqas zêde nakelînin. Ji ber ku pir zêde kelandin şifeyê dikuje. Dema ku me keland em dikin bîdonan. Giyayê ku em di nav pênir de  bi kar tînin  û yê di nav xwarinan de bi kar tînin em ji hev  cuda dikin û giyayê ku em bifiroşîn jî em cuda dikin. Piştî cudakirinê ev giya heta zivistanê di ava herî sar de tê sekinandin."   ‘Em ji bo vî giyayî kom bikin jiyana xwe dikin xeterê'   Ji jinên ku pincar Kom dikin Bedriye Duman jî bi lêv kir ku li hemberî keda xwe ew tiştek nagirin û ev tişt anî ziman:" Cureyê giyayê herî bi tam ku dermane ji çiyayên me kom dibe. Ji bo ku em ji vî giyayî sudê bigirin em jî her biharan berê xwe didin çiyayan. Ji ber ku hewa pir germe û ji bo ku em taritiya êvarê de nemînin em her serê sibehê seatên zû diçîn çiya. Hîna berfa çiyayan neheliye. Dibe ku marek   jî bi me vede, dibe ku mirov ji kendalekî de jî bikeve û bimre. Lê em çi bikin em bi salane diçîn û divê em biçin jî. Em hem bi vî giyayî debara xwe dikin û hem jî demsala zivistanê de bi kar tînin. Em li hemberî vê kedê tiştek nagirin. Em bîdonên 10 kîloyî dibin bajêr em 30-25 TL difiroşîn. Ji vê re jî dibêjin pir e. Em her zehmetiyekê û talûkeyekê didin berçavan diçin, lê hemberî wê jî tu rêz tune ye. "