Endeziyar Buşra Karataş: Cotkar di metirsiyê de ne 2020-05-25 09:02:00   AMED - Endazyariya Ziraetê Buşra Karataş anî ziman ku şewba korona li ser cotkariyê qeyranek pêk anî û divê ji bo başbûna rewşa çandiniyê hikûmet piştgiriyê bide cotkaran û bi wî awayî projeyan pêş bixe.   Şewba koronayê(Covîd-19) li gelek qadên jiyanê bû sedema qeyranek mezin. Vîrusê li ser çandinî û ajalkariyê jî bandora xwe kir û cotkar kirin metirsiyê. Ji aliyek din ve ji ber qedexekirina derve bi taybetî cotkarên ji temenê 65'ê jortir nizanin ku wê  çawa bi zeviyên xwe re mijûlî bibin û hilberînê bikin. Her wiha ji ber aloziya derhênan û hinardekirinê jî cotkar di metirsiyê de ne ku çawa debara xwe bikin. Li  ser van mijaran Endazyariya Ziraetê Buşra Karataş nirxandin kir.   Buşra  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hilberînê û wiha axivî: "Vîrûsa Koronayê wekî her qadê li ser cotkariyê jî bandorek neyînî pêk anî. Çend şîrove hene ku dibêjin bandora vîrûsa Koronayê li ser rekolteya cotkariyê tüne ye. Niha li ser cureyê nebatan bandorek neyînî pêk neanîye. Lê ji bo ajalan em nikarin tiştekî teqez bêjin. Di heman demê de dowîzê ku bûha jî bû bandora neyînî kir. Her wiha temenê piraniya cotkaran ji 65'ê jortir e. Ev jî dibe sedem ku ji ber qedexekirina derve hilberîn jî  kêmtir bibe."   'Hêjmara bêkaran zêdetir bû'   Buşra da zanîn ku korona di dema  hilberîn û cotkariyê de derket û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di van demên karantînayê de hêjmara karkerên cotkarîyê jî kêm bû. Ji ber vê yekê hilberîn jî kêm dibe û xwediyê bexçeyan jî ji ber vê rewşê gazînan dikin. zêdebûna dovîzê jî bandor kir û bi wî awayî bihayê dermanên bexçe û alavên çandiniyê jî zêde bû. Wekî din hin  dewletan derhênan û hinarde jî sekinandin û bi wî awayî cotkar dikevin fikara ku wê berhemên xwe çawa ji destên xwe derxînin û bifiroşin. Ji ber rewşa fîrusê daxwaza karkeriyê jî zêde tüne ye. Ji bo çareserkirina vê mijarê jî dibe ku dikevin hewldana hilberîna bi hejmara karkerên kêm."   'Cûrbicûriya çandiniyê kêm dibe'   Buşrayê di domdariya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber şert û mercên karantînayê civak berê xwe da berhemên wek baqil, arvan, dexl û dan û  wiha got: "Civak li benda rewşa başbûnê ye.  Lê heta niha ji bo başbûnê biryarek teqez nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê civakê stka xwarinên demdirêj kir. Ev jî cûrbicûriya çandiniyê kêm dike. Jixwe beriya koronayê gihandina bazarê lawaz bû niha jî dijwartir bûye û  rewşa derhênan û hinardeyê jî diyar e.  Her wiha korona dikare xwe li ser materyalên jî bigihîne mirovan. Ji ber vê wê dekem dirêj derhênan û hinarde neye kirin. Gelek dewlet ji bo çandiniyê piştgiriyê didin cotkaran. Divê hikûmet jî piştegiriyê bide cotkaran ku rewşa çandidiniyê xirabtir nebe."   'Divê hikûmet piştgiriyê bide cotkaran'   Buşra di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li qadên ji bo çandiniyê gelek tevdîr bên girtin û wiha axivî: "Divê girîngî ji çandinî û ajalvaniyê re bê dayîn. Hikûmet bi projeyan divê piştgirî bide cotkaran. Her wiha ji bo têkoşîna  bi xizaniyê re çandinî û ajalvanî rolekê giring dilîzin. Ji ber vê jî piştî vê pêvajoyê dibe ku ji bo hilberînê alavên nû derkevin. Ew jî keda cotkaran hinek ji holê radike."