‘Bila jin bi fikrên xwe tevbigerin’ 2020-05-24 09:10:40   Şehrîban Aslan   AMED - Yeter Tabanci ya ku li ser Kolana Lîsêyê ya Yenî şehirê xwaringeh vekiriye, derbarê xwaringeha ku xeyala wê ya zarokatiyê bû axivî. Yeterê diyar kir ku divê jin xeyalên xwe taloq nekin, guh nedin fikren kesên derdorê û bi fikren xwe tevbigerin.     Jinan di tevahiya jiyana xwe de li gelek deveran têkoşîn dane. Lê keda wan a li van deveran ku dan nehat dîtin. Ji van jinên kedkar ku li dijî hemû neyîniyan dest ji têkoşînê bernedan yek jê jî Yeter Tabanci ya ku xwaringeheke wê li ser Kolana Lîseyê ya  Yenîşehira Amedê ye. Yeterê serpêhatiya xwe ya vekirina xwaringehê û diduliya xwe ya derbarê vekirina wê de ji me re vegot. Yeterê diyar kir ku ji 15 saliya xwe de xwestiye bixebite û  ev xeyala xwe piştî 40 saliya xwe bi cih aniye.   ‘Ez di destpêkê de dudilî bûm’    Yeterê diyar kir ku ji bo ew biryara xwe ya ji bo karekî wiha bide zarokên wê pê re bûne alîkar û wiha berdewam kir: “Di serî de min dudilî kir û tirsiyam.  Lê piştre min got divê mirov ji cihekî dest pê bike û min dest pê kir. Lê di dema vekirinê de min di warê aborî de gelek zahmetî kişand.  Lê hêdî hêdî mine w jî derbas kirin. Piştî ku her kesî xwarina min eciband min cesaret girt û min piryar da ku ez karê xwe berdewam bikim.   ‘ hemû xwarinên malê çêdikin’   Yeterê bahsa ku çawa dest bi rojê dike kir û ev tişt got: “Ez di 07.00’an de têm vir û xwarina xwe çêdikim. Em her roj heman xwarinê çênakin. Ji bo xwarina me teze bimîne em rojane çêdikin. Em her rojê menuyekê amade dikin.  Di nava xwarinên ku çêdikim de, kutilik, hur û rovî, tirşik, fasûliyên teze, bamya, keledoş, dolma û gelek cureyên din ên xwarinê hene.”    ‘Armanca min ku xwe bigihînim gelek jinan’   Yeterê kêfxweşiya ku heqê keda xwe distîne jî anî ziman û got: “ Tu kêfxweşî wekî kêfxweşiya ku mirov bi keda xwe debara xwe bike tüne ye. Ez dixwazim jinên din jî bikim şirên kêfxweşiya xwe. Heta niha tenê dixebitîm lê niha hevleke jin jî li gel min dixebite.  Em bi hev re dixebitin. Armanca min ku ez bêhtir bi ser kevim û bi gelek jinên din re bixebitim.”    Çima Piraye?   Dema ku me ji yetere pirsa çima navê xwaringeha te  ‘Piraye’  ye kir ji me  re wiha got: “Di serî de dixwazim bibêjim ku ji bo tu karekî bikî pêdivî bi dîplomayê tüne ye.  Dema min ne bû ku perwerdê bibinim lê min xwe pêş xist. Min her daîm pirtûk dixwendin.  Ez ji pirtûka Nazim Hîkmet a bi navê ‘Pîraye’ bi bandor bûm û min navê wê lê kir.”   ‘Bila ijn bi cesaret bin’   Yeterê herî dawî wiha got: “Bila jin qet netirsin û bila bizanibin ku wê bikaribin li ser piyên xwe bisekinin. Helbet kesên ku bibêjin tu nikarî jî wê hebin. Lê bila li wan guhdar nekin. Bila netirsin. Ez netirsiyam û bi ser ketim niha dora serketinê ya jinên din e.”