‘Biryara normalbûnê ji tenduristiya gel dûr e’ 2020-05-22 09:13:17   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya SES’ê Fatma Yildizhan, diyar kir ku pêvajoya normalbûnê hîna zû bû û got: “Beyî ku kesên veşarî nexweşiyê dihewînin û bûyer bên diyarkirin, ketin pêvajoya normalbûnê. Ev biryar jî mixabin ji tenduristiya civakê û mirovan dur e.”   Endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Fatma Yildizhan der barê pêvajoya normalbûnê de nirxandin kir.   Fatmayê da zanîn ku pêvajoya normalbûnê zû bû û got ji bo kedkaran pêvajoya pandemî wek pêvajoyek normal derbas bûye û wiha pê de çû: “Pêvajoya normalbûnê zû bû. Beyî ku li ser her kesî test bêkirin û bûyer bên tespîtkirin ketin pêvajoya normalbûnê. Ev ji tenduristiya civak û mirovan dur e. Polîtîkayên aboriyê yên pergal heta îro pêk tîne rêyeke din nahêle. Bi polîtîkayên şer re  aboriya welat têk çûye. Ev pêvajo zêde nikare bê meşandin. Ji bo aboriyê jî neçar man biçin normalbûnê. Lê wê encamên wê giran bin.”   ‘Vekirina AVM’yan nikare bê qebûlkirin’   Fatmayê daxuyakirin ku sedema rojevkirina AVM’yan ev e ku berê mirovan bi zanebûn bidin AVM’yan û got: “AVM wekê tiştekî ku ji bo mirovan gelek hewceye nîşan didin. Pêvajoya pandemî didome û vekirina cihên wisa ji bo parastina sermayê ye. Vekirina AVM’yan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. “   ‘Divê hewcedariyên gel bên peydakirin’   Fatmayê her wiha destnîşan kir ku civak terkî qedera xwe tê kirin û fatureya zêdebûna vîrusê li gel dibirin û got: “Heta ku tenduristiya gel beriya her tiştî neyê em nikarin bêjin vîrus qedya ye. Divê rûpûş bên bikaranîn, bê ferzkirin. Divê rûpûş neyên firotin. Beyî pere bidin gel. Divê hikûmet demildest dest ji berjewendiyan berde. Divê hewcedariyên sereke yên gel yên wekê fatureyan jî ji aliyê dewletê ve bên dayîn.”