‘Em kedê didin û ji berhemên keda xwe sûdê werdigirin’ 2020-05-21 09:12:31   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endamên Komîteya Aboriya Kongreya  Star ya bajarê Dêrikê, ji bo koperatîfa xwe ya çandiniyê ya li gundê Girkendal axivîn û gotin: "Dibe ku  di demên berê de sîstema desthilatdar dixwestin jin ji axê dûr bixe, lê ya girîng di roja me ya îro de bi riya van koperatîfan em jin dikarin  dîsa kombûna xwe û hevbeşiya kedê ava bikin."   Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star li bajarê Dêrikê  yê kantona Qamişloyê gelek koperatîfên jinê yên çandiniyê ava kirine. Bi saya Koperatîfa gundê Girkendal  tovê 200 çewal genim hat çandin. Her wiha  di vê koperatîfê de 50 jin cihê xwe girtine.  Jinên ku di koperatîfê de kar dikin ji bo ku koperatîfa wan bi ser bikeve kedeke mezin didin. Têkildarî mijarê Endamên Komîteya Aboriya Kongreya  Star ya bajarê Dêrikê  axivîn û nêrîna xwe ji me re parve kirin.   ‘Ji bo avakirina jiyaneke nû ked pêwist e’   Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Necma Silêman li ser koperatîfa li gundê Girkendal axivî û wiha got: "Ev 4 sal in me dest bi koperatîfên çandiniyê kirine yek ji wan jî koperatîfa gundê Girkendal e. Me dixwest em cudabûneke  nû di vî gundî de ava bikin, ji bo wê  me pêwistî dît ku  li kêleka çandiya genim em bexçeyê zebzeya jî ava bikin. Ji bo avakirina jiyaneke nû ked pêwist e. "   ‘Rêxistina jinan û keda wê ya pîroz hişt ku em bigihêjin vê astê’   Necmayê bal kişand ser zehmetiyên jinan  heya ku koperatîfên xwe bi cih kirin û wiha pê de çû: "Di destpêka ku me  ev koperatîf ava kirin me gelek zehmetî dîtin.  Me xwest bi van koperatîfan em jin tecrûbeyên xwe yên jiyanê bi hev re parve bikin û ew hêza me ya veşartî  bikin xizmeta jinên civakê. Di demeke nêz de me dikarîbû em encamên baş bi dest bixin û  ji berhemên  keda xwe sûd werbigirin. Îradeya me, rêxistina jinan û keda wê ya pîroz hişt ku em bigihêjin vê astê."   ‘Di riya koperatîfan re em dikarin kombûna jinan çêbikin’   Necmayê teqez kir ku koperatîfên herî serkeftî yên çandiniyê ne û wiha domand: " Projeya herî serkeftî koperatîfa çandiniyê ye.  Dibe ku  di demên berê de sîstema desthilatdar dixwestin jin ji axê dûr bixe, lê ya girîng di roja me ya îro de bi riya van koperatîfan em jin dikarin  dîsa kombûna xwe û hevbeşiya kedê ava bikin. Jiyan divê lingê wê yê bingihîn jî tê de hebe heya ku bikaribe bi rêve here ew. Lingê bingehîn jî jin e. Bi riya koperatîfan em dikarin kombûna jinan çêbikin."   ‘Bi hêviya ku koperatîfa me bi ser bikeve’   Endama Aboriya Jinê Wedha Ehmed destnîşanî alîkariya jinan a di nava koperatîfan de kir û wiha got: "Di koperatîfa me de 50 jin cihê xwe digirin. Bi qasî 200 çewal genim li erdê jinan hatiye çandin. Di nava koperatîfan de, cihên kombûna jinan ya herî xweş û ya balkêş alîkariya jinan a bi hev re ye. Ev yek jî çanda me ya berê tîne bîra me. Bi hêviya ku koperatîfa me bi ser bikeve û her kes berhemên keda xwe bigire."   ‘Em ê bi hev re li berhem û erdên xwe baldar bin’   Her wiha Endama koperatîfa çandiniyê Leyla Mihemed  jî ser beşdarbûna xwe ya ji koperatîfê re axivî û wiha got: " Ev cara yekem e ez tevlî vê koperatîfê dibim û bi destê xwe erd diçînim. Axa me dewlemend e, mirovên me jî dilnizm in û ji hev hez dikin. Em dikarin bi hev re li berhem û erdên xwe baldar bin."