'Xweza û çandinî bi hev re xweş in' 2020-05-20 09:07:00   Nûpelda Têkoşin - Viyan Seid   ŞENGAL - Vîno Xelef a ku debara xwe bi çandiniyê dike anî ziman ku ji bo mirov li ser piyan bisekine debar girîng e û wiha got:"Li cîhanê bê têkoşîn debar nabe. Bi taybet jî ji bo jin li ser piyan bisekine pêdiviya wan bi xebat û aboriyeke baş heye. Em jî ji bo li ser piyan bimîni em dixebitin."   Vîno Xelef 16 salî û ji Şengalê ye. Di temenê xwe yê ciwan de hewil dide ku bi xebata xwe mecbûrî kesî nemîne û li ser piyên xwe bisekine. Vîno ev 10 sal in li Xanesorê ji bo debara xwe bike çandiniya xiyaran dike. Vînoya ku ji bo debara xwe çandiniya xiyaran dike bi lêv kir ku ew gelekî kêfxweş e ku li ser piyên xwe dimîne û wiha got:"Dema ku jin di warê aboriyê de ne xurt bin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Ji bo jiyaneke baş pêdivî bi aboreyeke baş heye. Em jî ji bo li ber destên tu kesî nenêrin em li berxwe didin. Jin di heman demê de ji xwezayê jî gelekî hez dike. Xweza û çandinî bi hev re xweş in."   'Dema mirov bi hev re karekî dike jiyan xweştir dibe'   Vîno diyar kir ku ew tu carî dev ji xebatê bernade û wiha got:"Ev 10 salê me ye ku ji bo em debara xwe bikin em çandiniya xiyaran dikin. Min ji zarokatiya xwe dest bi vî karî kir. Karekî zehmet e lê ji bo berdewamiya jiyana xwe em mecbûr in. Dema mirov bi hev re karekî dike jiyan xweştir dibe. Em di meha sibatê de dest bi çandiniyê dikin. Di meha gulanê de jî em dest bi çinînê dikin. Em li ser axa xwe dijîn, berhemê xwe jî dixin xizmeta civaka xwe. Hêvî û daxwaza min ew e ku hemû kes vegere ser axa xwe û li vir têkoşîna xwe bidomînin. Em wekî berê bi hev re bijîn."   'Xweza û çandinî bi hev re xweş in'   Vîno herî dawî wiha got:"Li cîhanê bê têkoşîn debar nabe. Bi taybet jî ji bo jin li ser piyan bisekine pêdiviya wan bi xebat û aboriyeke baş heye. Em jî ji bo li ser piyan bimîni em dixebitin. Dema ku jin di warê aboriyê de ne xurt bin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Ji bo jiyaneke baş pêdivî bi aboreyeke baş heye. Em jî ji bo li ber destên tu kesî nenêrin em li berxwe didin. Jin di heman demê de ji xwezayê jî gelekî hez dike. Xweza û çandinî bi hev re xweş in."