Mamoste Hatayî Demîr: Xweza dibistana herî xweş e 2020-05-20 09:01:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   DERSÎM - Mamosteya 18 salan Hatayî Demîr a ku bi KHK'ê ji ser kar hat îxrackirin û 4 salin  mêşvaniyê dike, dibêje ku dibistana herî xweş xweza ye.   Li Tikrkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an gelek, kesên ku di saziyên dewletê de wekî karmend, akademisyen û karker dixebitîn bi îlankirina  Rewşa Awarte (OHAL) re bi Biryarnameyên  di Hukmê Qanûnê (KHK) ku hatin derxistin  ji kar hatin îxrackirin. Yek jivan kesên ku wê deme ji kar hat îxrackirin jî  Hatayi Demir e. Hatayî ya ku di serî de ji Amedê sirgûnî Pilûra Dêrsimê hat kirin û piştre jî bi KHK’ya Hejmar 675 ji kar  hat dûrxistin û 29’ê cotmehê jî ji  kar hate îxrackirin. Piştî ku Hatayi ji kar hat îxrackirin,  vedigere gundê xwe yê Pulemûra Dêrsimê û dest bi mêşvaniyê dike. Hatayi, ji aliyekî ve têkoşîna mafê xwe ya hiqûqî dide û li aliyekî jî li gundê xwe bi mêşiaviyê dike û hingiv hildiberîne. Hatayiyê der barê mêşvaniyê û hilberîna hingiv de ku dike axivî û diyar kir ku ji mirov re xweza dibistana herî baş û îbadeta herî xweş e.   'Xweza dibistana herî baş û îbadeta herî xweş e'   Hatayiyê di destpêka axaftina xwe de qala pêvajoya îxrackirinê kir û wiha axivî:" Ez ji navçeya Pilemûrîye ya Dêrsîmê me. Ev  4 sale  ez mêşvaniyê dikim. Malbata min hem  bêriya sala 1938'an û hem jî piştre dest bi mêşavaniyê kirin. Di wan deman de mêşvanî ne wekî qada aborî, wekî deriyê derman dihat dîtin. Dermanên xwezayî nedihatin firotin. Ez di sala 2016'an de bi KHK'ê ji kar hatim durxistin û îxrackirin. Piştî ku ez hatim îxrackirin, ezketim lêgerîna ku divê ez çi karî bikim. Piştî 20 salan şûnde ez vegeriyam gundê xwe û min biryar da ku ez mêşvaniyê bikim. Xweza dibistana herî başe, xweza îbadeta herî xweş e. Xweşikbûnê xwezayê bi vegotinê xelas nabe. Xweza di heman deme de giyanê mirov zindî dike. Dema ku tu temaşe dikî, deriyên nû ji te re vedike. "   'Mêş bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne'   Hatayiyê bi domdarî anî ziman ku kêmbûna mêşên hingiv r  ji bebikaranîna dermanên kimyewî ye û got ku mêşvanî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û wiha berdewam kir:" Em nikarin bibêjin ku sedema kêmbuyîn, yan jî mirina mêşan tenê girêdayî qedexeyan e.  Erê, raste mêşvanî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Di warê tunebûna mêşan de gelek faktor rolê digiri. Di xwezayê de bikaranîna dermanên kimyewî mêşan neyînî bi bandor dike. Li xwezayê de zêdebûna van dermanan hem cûreyên rihekan û hem jî me mêşvanan neyînî bi bandor dike. Ger ku cihekî sanayî lÊ hebe, li wir mêş zirar dibînin.   Êrîşên mirovan ên li ser xwezayê dibin sedemê tunebûna mêşan. Li seranserî cîhanê mêş ji her madeyek kimyewî gelek  neyînî bandor dibin. Li gund ev 10 rojin bênavber baran dibare,hêvîdarîm ku ev baran bibe sedema bereketê."   'Dewlemendî ne çêkiriana bendavan û talankirina xwezayê ye’   Hatayiyê di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku Pilemûrîye ji bo mêşvaniyê ciheke girînge û got ku ger  em xwedî li xwezaya xwe derbikevin em ê wê demê bikaribîn xwedî li mêşan jî derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Pilemûrîye bi xwezaya xwe û bi cûreyên rihekan ji mêşvaniyê re ciheke dewlemend e. Ger ku em xwedî li xwezaya xwe derbikevin, em ê wê demê xwedî li mêşan jî derbikevin. Mêş ne tenê hingiv hildiberînê, mêş bereketa xwezayê ye. Di van  salên borî de li Tirkiyeyê  xwezayê zirareke mezin dit. Her der  beton kirin. Derxistina madene ji bine erde û çêkirina bendavan ne dewlemendî ye. Dewlemendî ew e ku Ava te paqij, tu bikarî çandiniyê,hilbirînê bikî? An iî tu dengê çivîkan û mêşan bibihîzî.. Ji ber polîtîkayan şaş em ji xwezayê re biyanî ne. Mirov parçeyekî ji xwezayê ye. Lê şer û pêvçûnan ev rastiye ji holê rakir. Îro ger ku vîrûs, nexweşî evqas zêde bin sedema wê ev e. Vîrûsê em ewqas bandor nekirin. Ji ber ku em li gel xwezayê ne. Qasî mêşan nebe jî em jî dixebitîn. Armanca me hilbirineke exlaqî ye. Tendûristiya mirov ji tendûristiya xwezayê derbas dibe. Hêvî dikim ku mirov qedrê xwezayê bizanin û ji xeynî texrîbkirinê hilbirînin."