Xeyalê xwe pêk anî û piştre ji jinan re qada îstîhdamê ava kir 2020-05-19 09:12:00   WAN - Nesrîn Demîr ya di temenê biçûk de ji dibistanê hat girtin û piştre hat zewicandin, tu car dest ji xeyalên xwe berneda. Nesrînê dukana xwe vekir û berhemên keda destên xwe firot û ligel vê jî ji bo gelek jinan qada îstîhdamê afirand.   Nesrîn Demîr di temenê biçûk de tê zewicandin û piştî zewacê li şûna li malê xwe heps bike, ji bo aboriya xwe dikeve nava hewldanê. Li taxa Xaçor a Îpekyol a Wanê dukanekê vedike û berhemên keda destan difroşe.   ‘Zehmet bû lê ez bi ser ketim’   Nesrînê bi lêv kir ku di 19 salî de hatiye zewicandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek her jinekê xeyalên min yên xwendinê hebûn. Di zewacê de min demên zehmet jiya. Zewac ne hêsan e. Ez di alî aborî û manewî de têk çûm. Piştre min dukanek vekir. Gelek zehmet bû lê ez bi ser ketim. Armanca min ev bû ku ez bi dukanê li ser piyên xwe bisekinim, hewcedarê kesî nebim. Jin dikarin bi her awayî li ser piyên xwe bisekinin.”   ‘Bila jin hêza xwe bizanibin’   Nesrînê destnîşan kir ku xwestiye dukana xwe mezin bike û gelek hevalên wê jê bi bandor bûne û dest bi xebatê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên min berhemên bixwe çêdikirin anîn cem min. Me wisa firot. Jinan pê debara xwe dikir. Vê ez gelek kêfxweş dikirim. Ji bo jinê aborî gelek girîng e. Divê hemû jin têbikoşin û bêdeng nemînin. Bila jin hêza xwe jî her tim bizanibin.”   ‘Em ê serî netewînin’   Nesrînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rolên zayenda civakî û got di hemû jiyanê de ev rol bar li jinan bar dikin û keda jinê nayê dîtin, mafê gotinê nadin jinan û wiha dawî lê anî: “Jinan bi têgehên wek şîdet, tore û namûsê hewl didin bêdeng bikin. Nêrîna ‘wê zarokan bînin, karê malê bikin, bêdeng be’ diafirînin. Jin û mêr wekhev e. Tevî her tiştî em dest ji têkoşîna xwe bernadin û em ê serî netewînin.”