'Aboriyeke me ya xweser hat avakirin' 2020-05-19 09:05:00   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jinên ku Kooperatîfa Tenûra  li Til Temirê bi rê ve dibin, derbarê keda xwe ya salekê de axivîn û wiha gotin: "Di vê salê de jî şerê me yê li hember hişmendiya mêrê ku dixwaze rola jinê pûç bike ranewestiya, ruxmî wê jî me gava xwe avêt û derfetên cuda ji jinan re afirandin."   Jin bi xweşikbûn û keda xwe her deverê şîn dike û reng dide jiyanê. Kooperatîfa Tenûra li Til Temirê ev saleke ji aliyê aboriya jinê ve hatiye avakirin û 4 jin tê de kar didin meşandin.  Jin  bi keda destê xwe wateyê didin jiyanê û nanê tenûr û yê sêlê çêdikin. Têkildarî mijarê jinên ku vê koperatîfê bi rê ve dibin ji me re axivîn û keda ku di ber vê koperatîfê de didin meşandin ji me re parve kirin.   'Şerê me yê li hember hişmendiya mêr ranewestiyaye'   Jina bi navê Îman Silêman ku bi eslê xwe ji gundewarên Dêra Zorê ye û ev 4 sal in li navçeya Til Temirê dijî û di heman demê de rêvebera Koperatîfê ye derbarê xebatên xwe yên salekê de wiha axivî: "Aboriya jinê derfeteke mezin da me ku em bikaribin li dijî hişmendiya mêr xwe îsbat bikin û nêrîna civakê ya li hember jinê û keda wê bidin guhertin. Salek tijî ked û westandin derbas bû. Karê me pir baş dimeşe, tenê 4 mehan karê me ji ber êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê, rawestiya û dîsa karê me niha vegeriya piratîkê. Yekem tenûra jinan a li Til Temirê ya me ye û ev jî rastî elaqeyeke mezin tê. Şênî jî bi karê me pir kêfxweş in û jê razîne. Daxwazên şêniyan ji nanê sêlê re pir zêde ye, du sêlê me hene. Ji saet 08:00'an heya 19:00'an êvarê em dixebitin. Êdî gel tenê ji bo nanê sêlê ji Hesekê tên Til Temirê . "   'Aboriyeke me ya xweser hat avakirin'    Îmanê destnîşan kir ku bi rêya koperatîfê wan daxwazên şêniyên civakê pêk anîn her wiha di nav de jî feydeyeke  mezin li jinan vedigere  û wiha dom kir: "Me daxwazên gel  bi vê koperatîfê pêk anî û di aliyê aborî de jî em bi malbatên xwe re bûn alîkar. Aboriyeke me ya xweser hat avakirin, heqdestê me ji keda me ye. Her endamek vê koperatîfê bi hezkirin dixebite.  Di demê pêş de em difikirin tenûreke kadeyan çêbikin. Em ê vê gavê jî bavêjin ji ber ku jin bi îrade û baweriya xwe dikare jiyanê biafrîne."    'Têkoşîna li dijî dagirkeran ranaweste'   Dayika bi navê Um Mehcûb ku ji gundê Erîşa yê ku niha di bin dagirkeriyê de ye û niha jî li Til Temirê dijî, wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Ji ber dagirkeriya dewleta tirk em neçarî koçberiyê bûn û niha li Til Temirê em bicih dibin. Dagirker û çeteyan mal û milkên me dizîn û talan kirin. Ji bo ku em bijîn bi şev û roj dixebitin. Niha jî di tenûra Til Temirê em de dixebitim û hêviya min vegera gundê me ye."