‘Em ê bi hev re xwedî li keda xwe derkevin’ 2020-05-17 09:03:11   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê, derbarê demsala çandiniyê ya îsal de û şewata erdan ku di sala borî de rûda nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Mirov, lawir û xweza gelek zerar ji şewata sala borî dîtin. Loma divê em bi hev re xwedî li ax, zevî û keda hev derkevin û xwe jê berpirsyar bibînin."   Di sala borî de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê agir bi zeviyên genim û ceh ket. Di encamê de bi hezaran donim, dar, mirov, ajal û maşîne şewitîn. Rêveberiya Xweseriya demokratîk li gel şewata  ku ji ber çixare û ceryanê rûda, bal kişandin ser şewata bi zanebûn ya ji aliyê ajanên Rêjîma BAAS’ê, Çeteyên DAIŞ`ê û dewleta tirk jî. Loma li hember hemû êrîş û pilanên heyî Rêveberiya Xweser bi alîkariya midûriyeta çandiniyê ya Şaredariya Gel, Asayîş û cotkaran gelek tedbîrên parastinê girtine. Di vê çarçoveyê de jinên Kantona Kobanê, derbarê demsala çandiniyê ya îsa û şewata erdan ku di sala borî de rû da nêrîna xwe bi me re parve kirin.   ‘Mirov, xweza û lawiran gelek zirar dîtin’   Jina bi navê Hedle Mihemed ku ji gundê Dîhaban yê li Rojhilatê Kobanê ye û  di sala borî de zeviyal wê şewitî  li ser metirsiya heyî ya şewatê wiha aixvî: "Ji ber şewata zeviyan me gelek zirar di sala borî de dît. Sewalên me ew mabû ku ji birçîna bimirin.  Ji bo wê me ji gundên cuda, cuda ka kirî û pê sewalên xwe êm kirin.  Ji ber  ka, genim, ceh û bustan jî gelek kêm bûn û hatin şewtandin em heyirî man. Dema ku agir bi zeviyên me ket me zarok û sewalên xwe hemû revandin hundirê malê. Zarok hemû tirsiyan. Ji ber vê hêviya me ya vê salê ew e ku her kes xwe berpirsyar bibîne. Weke mirov me zirarên madî dîtin, lê çi gunehê sewalên di nava zeviyan de hebû bû ku ew bi şewatê bimrin. Her wiha gelek dar jî şewitîn û hişk bûn. Divê êdî mirov balder bin, kesên çixarê vedixwe çixareya xwe  ne avêje ser erdan.  Divê cotkar bi qasî derfertên xwe bi hev re zeviyan biparêzin. Ji ber ku gundên Kobanê gelekin û heta  maşîneyên vemirandina agiran bigihêjin cihê bûyerê wê erd bi temamî bişewitin."    ‘Em ê bi hev re zadên xwe biparêzin’   Her wiha Aliya Ehmed ku ji gundê Miktelê yê li Rojhilatê Kobanê ye jî qala şewata sala borî kir û wiha got: "Em di mal de rûnîştîbûn, carekê me dît ku di qerexa rê de şewat derketi  û xwe gîhand nava zeviyan. Tu kesî fêm nekir ku çawa û çima ev şewat derket. Ev 28 sal in ez li gundê Miktelê dijîm. Bi qasî sala borî tu salan ewqas agir bi zeviyan neketiye. Loma ji her salê zêdetir, ji bo çandiya vê salê tov kêmbû. Daxwaza ma ji gelê me  ku em bi hev re zadên xwe biparêzin û xwedî li keda hev derkevin."   ‘Me tedbîrên pêwîst girtine’   Herî dawî Hevseroka Mudûriyeta çandinîyê Sewsen Daban behsa tedbîrên ku hatine girt kir û wiha pê de çû: "Di encama şewata zeviyên cotkaran yên sala borî, li Kantona Kobanê hezar û 500 Hektar erd şewitî. Me weke mûriyeta çandiniyê ji bo li pêşiya dubarebûna şewatên sala  borî derkevin gelek tedbîr girtin. Di meha borî de bi alîkariya komîteyên me yên çandiyê yên li xeta navçeya Çelebiyê, li bajarokê Sirînê û Şêxlerê bi serkêşiya endezyarên me, erdên herêmê bi semadê reşandin. Her wiha şaredarî jî bi maşîneyên xwe yên vemirandina şewatê wê alîkariya me bikin."    ‘Dewleta tirk dixweze gelê me birçî bihêle’   Sewsen di domandina axaftina xwe de bal kişand  ser  sedemên şewatê û wiha domand: "Şewata ku rûda beşk ji ber xemsariya gel bû û beşek jî bi zanebûn bû.  Ango mirov dikare beje ku pilanên dewleta tirk bûn. Çend roj berê çeteyên dewleta tirk li navçeya Eyn Îsa agir berdan zeviyên gel. Ew bi vî rengî dixwezin gelê me birçî bihêlin û bandorê li ser aboriya me bikin. Me ji bo gelê xwe got û em dîsa jî dibêjin ku divêem bi hev re keda xwe ji dewleta tirk û mirovên ku van kiryaran dikin biparêzin."   ‘Divê em xwe berpirsyar bibînin’   Herî dawî Sewsen hişyarî kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di sala borî de şewata ku qewimî bandoreke mezin li ser aboriya gel kir. Me weke midûriyeta çandiniyê alîkarî da gelê xwe, kesên ku zirar dîtibûn endezyarên me bîlnçoya wan derxistin. Me jî li gor wê ceh û genim da mirovên civakê. Lê eger di vê salê de em bûyerên sala çûyî bijîn wê gelek zehmet be ku em alîkariya gelê xwe bikin. Ji ber ku ji her kesî zêdetir em zirarê dibinin.  Loma divê ku em bi rengekî komînal û berpirsyar tevbigerin û xwedî li ked, zevî û berhemên xwe derkevin."