Jina Esnaf Xalîse: Jin ji qada aboriyê tên durxistin 2020-05-16 09:05:00   Medya Uren   AMED - Esnafa bi navê Xalîse Erçî Dogan da zanîn ku bi xuşka xwe re dest bi karê esnaftiyê kirine lê ji ber krîza aborî tu sû dê jê nagirin û got: “Bi teybet xebatkarên jin û esnafên biçûk ên ku bê temînat dixebitin pirsgirêkên aborî dijîn. Ji ber ku ku krîzên herî biçûk jî dikarin bandorê li ser me bikin û bi vê re jin ji qada aboriyê tên dûrxistin.”   Şewba Koronoyê (COVİD-19) bandora neyînî li ser tevahiya aboriya cîhanê kir. Lê yên ku herî zêde bi bandor bûn jî bi taybet welatên di aliyê aboriyê de ne xwedî bingeheke xurt ango ji yên ji vê qeyrana şewbê re ne amde bûn.. Tirkiye yek ji van welatane ku beriya şewbê ji pirsgirêkên wê yên aboriyê hebûn û bi belavbûna şewbê re di milê aborî de darbek mezin xwar. Ji  Esnafên jin  Xalîse Erçî Dogan ya ku di warê aboriyê de pirsgirêkan dijî û firoştgeha wê li Rezana Amedê ye. Xalîseyê diyar diyar kir ku ji ber krîza heye 2 meh e nikare kiraya dikana xwe bide û got ku divê  hikûmet piştgiriyê bide esnafan.   Alîkariya jinên li malê dixebitin jî dikin   Xalîse û malbata wê  beriya niha bi salekê ji navçeya Çinara Amedê tên navendê bi cih dibin. Lê malbata  ku hatiye navenda  bajêr pirsgirêkên mezin  dijîn. Xalîse û xuşka wê ku xwedî zarok in. Bi hev re ji bo debara xwe bikin dest bi karê esnafiyê kirine û firoşgeheke wan a biçûk  li ser kolana Yeni halê ku li navçeya Rezanê kire kirine heye. Xalîse û xuşkar xwe bi du makîneyên biçûk dest bi xebatê kirine û niha laçik û beteniyên zarokan ên ku bi keda deste xwe çêkirine difiroşin. Li gorî ku dibêjin ew bi xwe jî vî karî dikin û gelek jinên ku li malê jî vî karî dikin tînin cem wan û ew jî difiroşin.  Bi vî rengî hem debara xwe ya rojane dikirn û hem jî bi jinên li malê re dibin alîkar.. Lê mixabin bi qeyrana aborî û şewba koronoyê re ev yek hat guhertin. Ew jî weke gelek esnafan niha nikarin firotinê bikin.   ‘ Xizan bêhtir xizan dibin’   Xalîse bal kişand  ser qeyrana aborî û wiha got: “Li Tirkiyê bi hezaran malbatên weke me ku nikarin debara xwe ya rojane bikin hene. Em ji gundan hatine, ji ber ku em di jiyana bajêr de ne şareza bûn em bi pirsgirêkên me zin re rûbirû man û em bêhtir zahmetiyan dikişîn. Em hemû ji vê yekê dizanin êdî qeyrana aborî herî zêde bandor xwe li ser xizanan dike. Xizan bêhtir xizan dibin. Rewşa me jî wiha ye. Min û xuşka xwe me biryara vekirina firoştgehekê girt. Lê kar li gorî daxwaza me nemeşiya. Piştî qeyrana aborî vê carê jî şewba vîrûsê belav bû û ew ji bu sedema qeyranek mezintir. Ji vê qeyranê jî herî zêde xizan û jin bi bandor bûn. Bi taybetî jî kesên weke me bê temînat dixebitin bi banodor bûn.”   ‘2 meh e me kîrê nedaye’   Xalîse di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev 2 mehe e nikarin kîraya firoştgehê bidin û wiha berdewam kir: “Kar û xebatên me diyarin. Di rewşên asayî de ji zêde em sûdê ji xebata xwe nagirin. Em bi seetan li ber luf, xewlî  yan ji beteniyekê didin ku em çê bikin lê em heqê keda xwe bi dest naxin. Bi bihayek erzan em difiroşin. Ji bo ku em feydeyek baştir bigirin me makîneyên xwe yên nexşan firotin. Mixabin ev ji nikare di vê demê de me xilas bike. Ji ber ku qeyran li pey hev tên û bandorê li ser me dikin. Ji ber ku kes nayê tiştekî nastîne hema bêje karê me rawesta ye. Ji ber vê sedemê ji ev 2 meh e me kîraya firoşgehê nedaye. Lê çend roje  esên li malê dimînin tên ta digirin ji bo ku dema xwe derbas bikin lê ew jî ji bûha bi gazincin.”   ‘Jin mahkûmî malê tên kirin’   Xalîseyê bal kişand ser statuya jinê yaa di qada aboriyê de û wiha got: “Jin ji aboriyê tên durxistin û hemû mafên wan ji destên wan tên standin. Azadiya aboriya wan tune ye û bi tu awayî piştgirî ji wan re nayê dayîn. Li her cihî ew tüne tên hesibandin, ango di her qeyranê de dibin hedefa yekem. Dema min û xuşka xwe firoştgeh vekir jî me zahmetî kişand. Ji ber ku em di warê aborî de kêm dimînin û kesek ji piştgiriyê nade. Hemû karkerên ku bê temînat dixebitin bê guman bi bandor dibin, lê ger tu jin bî ev bandor mezintir dibe. Em li malê zarokan xwedî dikin û firoştgehê jî dixebitin.  Jin serkeftî ne û divê piştgirî ji wan re were dayîn. Dema ku jinekê xwest li ser piyên xwe bimîne û bixebite divê hikûmt jî piştgiriyê bide. Lê mixabin ev yek nayê kirin li dijî wê jin mehkumê malê tên kirin.”