Dîlana neçar ma derkeve destûra bêpere, nikare deynê xwe bide 2020-05-13 09:01:00   Şehrîban Abî   WAN - Dîlan Yacan ya xebatkara kafeyê bû û ji ber vîrûsê kargeriya wê hat girtin û derket destûra bê pere, niha nikare deynên xwe bide û got: “Alavên berê min bi teqsît girtibûn, deynê wan li ser min man. Ez wek jinekê têkoşîna jiyanê didim û mixabin di vê pêvajoyê de neçar mam li destê mê mêze bikim.”   Ji ber vîrûsa korona gelek kargerî hatin girtin û gelek kes ji karên xwe bûn. Piştî vê welatî hatin asta ku nikarin debara xwe bikin, aliyê din jî neçar man di bin deynan de jî bimînin. Dîlan Yacan ya li AVM’ya Wanê dixebitî da zanî ku ji ber li cihê kar rojên sîgorteya wê temam nebûye, pere ji kargeriyê nagire û ji ber vê jî di bin deyn de maye.   ‘Em ketin zehmetiyek mezin’   Dîlanê destnîşan kir ku bi bangên ‘li malê bin’ re derketiye destûra bê pere û wiha pê de çû: “Ez li kafeyekê dixebitîm. Kafe li navenda dan û standinê bû. Ji ber vê qerebalix bû. Bi taybet ji welatên din muşteriyên me hebûn. Ev jî bêguman ji bo me rîskek mezin bû. Du hefte şûnde me kargerî girt. Min beriya vîrûsê ji bo malê alav girtibûn. Teqsîdê wan hebûn. Lê piştî kargerî hat girtin em wisa man.”   ‘Li dermanxaneyan rûpoş tune wê çawa pere bidin me?’   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew wek jinekê têkoşîna jiyanê dide lê mixabin di vê pêvajoyê de neçar maye li destê bavê xwe yanî li destê mê mêze bike û got: “Wek min bi hezaran jin ketin vê rewşê. Em li welatekî wisa dijîn ku tevî ku jin têdikoşin jî derdikevin destûra bê pere. Em diçin dermanxaneyan rûpoş tune. Gelo wê çawa ji bo jinan pere bê dayîn? Tu tedbîr nayê girtin.”