'Em ê piştgiriyê bidin jinan û wan pêş bixin' 2020-05-09 09:06:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Cîhan Kîko destnîşan kir ku armanca wan ya sereke ya ji vekirina dirûxaneyê ew e ku jin derftên kar peyda bikin û got: "Em tim hewl didin ku projeyên girêdayî jinan ava bikin, piştgiriyê bidin jinan û wan pêş bixin. Bi vê yekê jin dikarin xwe û civaka xwe bi rêve bibin û rola xwe ya bingehîn bilîzin."   Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê sazî û dezgehên ku pêwistiya gel pê hebûn hatin vekirin û jin roleke sereke di van saziyan de dilîze. Rêxistina Kongreya Star a Kobanê gelek pirojeyên aborî, siyasî, çandî û civakî ava kirin û bi rêya van projeyan bi jinan re dibin alîkar. Yek ji van projeyan vekirina dirûxaneya Ş. Amargî  a cil û berga ye di 2013'an de hatiye vekirin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser kantona Kobanê dirûxane demeke dirêj hat rawestandin. Bi rizgarkirina Kobanê re û di nava xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de dirûxaneya Ş. Amargî di 2015'an de ji nû ve hat vekirin. Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û komên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re careke din dirûxane hat rawestandin. Nêzî mehekê ye û piştî belavbûna Vîrûsa Korona Komîteya Aborî ya Kongreya Star bi armanca ku alîkariya gel û jinan bike careke din deriyê dirûxaneyê ji jinan re hat vekirin.  Jinan dest bi dirûtina rûpoş û cilên tenduristiyê ji bo taximên tenduristî kirin. Di dirûxaneyê de 7 jin dixebitin.Di derbarê kar û xebatên dirûxaneyê de jinan  nêrînên xwe ji me re parve kirin.   'Em li gorî pêwistiyan dixebitin'   Ji Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star li Herêma Firatê Cîhan Kîko teqez kir ku ji ber şewba Vîrusa Korona herêm di şert û mercên zehmet re derbas dibe û wiha pê de çû: "Piraniya kar û xebatên rojane di vê demê de hatine rawestandin, ev yek jî bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyan dike. Wek komîteya Aborî me dirûxaneya Ş. Amargî ya Kobanê vekir, ji bo dirûtina rûpoşan. Di pêvajoya yekemîn a dirûtina rûpêşan de 3 hezar 500 rûpoş li welatiyên Kobanê û 10 hezar li desteya tendirustîyê hatin belavkirin. Bi vê yekê me xwest bi gel re bibin alîkar. Niha em ji bo kadroyên tenduristî cilên tenduristîyê amade dikin. Em amadekariyên xwe dikin ku dest bi pêvajoya duyemîn a dirûtina rûpoşan bikin, paşê jî em ê li welatiyan belav bikin. Projeyên me yên dema pêş wê cil û bergên jinan bên dirûtin û li bazara Kobanê bên firotin. Komîteya aborî jî wê dikanekê li bazarê veke û bi taybet cilên ku di dirûxaneyê de tên dirûtin bifiroşin. Armanca me ya sereke ji vê projeyê ew e ku em ji bo jinan derftên kar peyda bikin û di aliyê aborî de bi wan re bibin alîkar. Em tim hewl didin ku projeyên girêdayî jinan vebikin, piştgiriyê bidin jinan û wan pêş bixin. Bi vê yekê jin dikarin xwe û civaka xwe bi rê ve bibin û rola xwe ya bingehîn bilîzin."   'Hêvîdar im jin cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bigirin'   Di dawiyê de xebatkara dirûxaneyê Zozan Heranî  wiha armanca xwe ji kar re anî ziman: "Piştî ku min bihîst dirûnxane vebûye min xwest ez tê de bixebitim. Armanca min ji kar ew e ku ez karibim debara jiyana xwe bikim, bê hewcedariya kesekî. Destpêkê me rûpoş çêdikirin û niha jî em cilên tenduristî ji bo taximên tenduristiyê amade dikin, rojane em nêzî 70 taxim didirûn. Niha ji ber rewşa herêm tê re derbas dibe em tenê rûpoş û cilên tenduristîyê çêdikin, lê demê pêş de pêwistî bi çi hebe em ê wê çêbikin û bi gelê xwe re bibin alîkar. Bang li hemû jinên ku di malê de ne dikim ku tevlî kar bibin, cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bigirin û aboriya xwe bi dest bixin."