'Em destûrê nadin rêxistinên pîşeyî bikevin bin kontrola hikûmetê' 2020-05-07 15:30:39   ENQERE - Di têkîldarî daxuyaniyên guhertina hilbijartina baro û rêxistinên pîşeyî de KESK’ê bi daxuyaniyek bertek nîşan da û got: "Zext û mudaxeleyên li dijî rêxistinên civakî yên sivîl nayên qebûlkirin û ew bi her awayî li gel baroyan û rêxistinê pîşeyî cih digirin û dê destûr nedin ev sazî bikevin bin kontrola hikûmetê."    Rêveberiya Desteya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî daxuyaniyên mudaxeleya li dijî baroyan û odeyên bijîşkan daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî îqtîdarê da. KESK’ê da zanîn ku ew bi rejîmek krîzê ya ku tu derbirîn li xweşa wê naçe re hevrû mane.    KESK’ê di daxuyaniya xwe de pênaseya “Dîktatoriya De Facto” a di rapora Weqfa Bertelsmann de bi bîr xist û got: "Ev pênase rastiyê radixe ber çavan. Îqtîdarê vê pêvajoya şewbê ji xwe re veguherandiye fersendê û sepan û daxuyaniyên îqtîdarê ji her alî û însanan ve rastî nerazîbûnê tê.    Di pêvajoyek ku însan di bin gefa şewbê de ne û bi nexweşînek cidî re rûbirû ne lê îqtîdar ketiye pey berjendiyên xwe û cudakariyê dike. Geşedanên di vê pêvajoya pandemiyê de ku derdikevin pêş her alî aciz dike û xelk êdî polîtîkaya vê îqtîdarê naxwaze. Zext û mudaxeleyên li dijî rêxistinên civakî yên sivîl nayên qebûlkirin û ew bi her awayî li gel baroyan û rêxistinê pîşeyî cih digirin û dê destûr nedin ev sazî bikevin bin kontrola hikumetê.    Îqtîdarê yên ji bo guhertina hilbijartinê baroyan û rêxistinê pîşeyî şiband şaredariyên hatine desteserkirin. Piştî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan niha jî dixwazin rêxistinên ked û pîşeyî bixin bin kontrola xwe. Ew ê bi her awayî li dijî van zext û mudaxeleyan têkoşîna xwe bi van rêxistinan re mezintir bikin."