Cemîla Hemê: Em ji bo parastina tendirustiya gel amade ne 2020-05-06 09:06:00   Roj Hozan   QAMIŞLO - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, derbarê xebatên Heyva Sor a Kurd a di pêvajoya Vîrûsa Koronayê de nirxandin kir û got: "Ji tecrûbeyên dewletên derve yên ku bi nexweşiyê re rû bi rû mane me tedbîrên xwe girtin. Em bi hemû taximên xwe amade ne parastina civaka xwe bikin. Bi hêviya ku ev nexweşî li cîhanê bi dawî bibe."    Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re li hemû deverên cîhanê taximên tenduristiyê ketine nava tevgera parastina civakê ya ji Vîrûsa Koronayê. Di vê rewşa aloz de taximên tenduristiyê weke pêşengên paratsina gelê xwe ji vîrûsê, tên pênasekirin. Ev mirov bi şev û roj ji bo tenduristiya civakê baldar in, da ku rewşa xerabûna heyî bi kêm zerarên giyanî, derbas bikin. Têkildarî mijarê Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê xebatên Heyva Sor a Kurd ên di pêvajoya Vîrûsa Koronayê de nirxandin û ji me re parve kir.    'Hemû taximên me ji bo parastina civakê amade ne'    Cemîla di destpêka axaftina xwe de qala rola Heyva Sor a Kurd a di nava pêvajoya vîrûsê de kir û wiha got: "Di nava vê şoreşê de Rojavayê Kurdistanê di şerekî giran re derbas bû û dikarîbû xwe  ji nava aloziyan bi kêm zerar xelas bike. Bi biryarên Rêveberiya Xweser re me cihê xwe di nava maseya kirîzê de girt û roleke sereke girt ser milê xwe, da ku em bikarbin parastina civaka xwe ji vê vîrûsê, bikin. Di destpêkê de me cihên karantînayê amade kirin, paşê jî me dest bi amadekariya nexweşxaneyeke taybet li Hesekê kir, da ku kesên nexweş li nexweşxaneyan negerin û vîrûs di navbera gel de belav nebe. Ev nexweşxane  jî ji bo giştî Herêma Cizîrê ye. Her wiha ji bo bijîjkan perwerde hatin dayin. Hemû taximên me ji bo parastina civakê amade ne."   'Ji tecrûbeyên dewletên derve me tedbîrên xwe girtin'   Cemîla di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nexweşxaneya taybet a ku ji bo Vîrûsa Koronayê hatiye amadekirin û xebatên ku ji bo wê hatiye kirin kir û wiha pê de çû: "Nexweşxaneya ku ji bo Vîrûsa Koronayê hatiya amadekirin bi sîstemeke  taybet hatiye rûniştandin.  Taximên ji bo vê nexweşxaneyê hatine amadekirin, ku çawa bikaribin tevgerê bikin û bi baldarî nêzî mirovên nexweş bibin. Her wiha rêbazên dan û standinê bi nexweş re hatin dayin, cil û bergên nexweşan wê li ku bên şewitandin, ev yek jî alîkariya wê ji aliyê rêxistina navnetewî a UPP'ê ve hat dayin. Ji tecrubeyên dewletên derve yên ku bi nexweşiyê re rû bi rû mane me tecrûbeyên xwe girtin."    'Odeyên me yên rewşa awarte 24 saetan di xizmetê de ne'   Cemîla bal kişand ser rêbazên dan û standina bi kesên ku gumana vîrûsê bi wan re çêdibe û wiha pê de çû: "Me di navbera Hesekê heya navçeya Holê de odeyeke rewşa lezgîn ava kir. Ev ode jî 24 saetan di xizmetê de ye. Kesên ku gumana wan a nexweşiyê hebe, wê bi hejmarên ku me ji bo vê  rewşê diyar kirine bikeve nava pêwendiyê de, paşê li gel xwe ev ode bi odeyên lezgîn yên bajaran re pêwendîdar dibe. Yên ku di odeyên rewşên lezgîn de jî dixebitin hemû hemşîre û bijîjk in, li gor rewşa nexweş  nêz dibin. Ev hemû jî bi tensîqa bi desteya tenduristiyê re pêk tê. Niha jî em dixwazin komînan bikin nava tevgerê û rola wê jî di taxê de bikin nava pratîkê. Ji bo parastina mirovên taxê, komîn jî erkekî girîng dilîze. Her wiha ger rewşeke nexweşiyê derbikeve,  wê komîn berpirsiyartiya  peydakirina pêdîviyên taxê yên jiyanî peyda bike û pêk bîne."   'Divê mirov rêzdariyê ji kesayeta nexweş re bigire'   Cemîla balê dikşîne ser nêzîkatiyên ji mirovên nexweş re û wiha dom kir: "Em îro di nava kirîzeke zehmet de dijîn û divê em li derûniya mirovên civakê jî baldar bin. Dema ku mirov nexweş bikeve yan jî bi nexweşiyê bi guman be, divê ew mirov biçe û bi tirs lê neyê mêzekirin, ji ber  ev yek bandorê ser derûniya mirov dike. Ev nayê wateya ku ev mirov nema ji bo civakê bi kêr nayê, berovajî wê divê em civaka xwe hişyar bikin. Divê mirov rêzdariyê ji kesayeta nexweş re bigire. Li gor derfetên xwe em gelê xwe ji xeteriya Vîrûsa Koronayê diparêzin.”   ‘Divê dewleta tirk dev ji van kiryarên qirêj berde'   Cemîla diyar kir ku li kêleka parastina civakê ya ji Vîrûsê Koronayê, ew bi şerê bi Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin û wiha got: "Niha em dizanin ku li tevahî cîhanê rewşeke awarte heye, her kes ji bo parastina ji vîrûsê di  nava tevgerê de ye. Dewleta tirk vê yekê ber çav re derbas nake û rojane êrîşan ser herêmên me dike. Em neçar dimînin ku taximê tenduristiyê ji bo vîrûsê kêm bikin û ber bi cihê şer ve bişînin. Divê dewleta tirk dev ji van kiryarên qirêj berde, da ku em bikaribin ji pêvajoya heyi re bibin bersiv."    'Derketina Vîrûsa Koronayê di van kampan de pir xeter e'   Cemîla di dawiyê de qala rewşa xeteriya vîrûsê ya di kampên koçberan de kir û wiha bi dawî kir: "Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêzî 20 kampên koçberan hene, rewşa derketina Vîrûsa Koronayê di van kampan de pir xeter e. Kampên koçberan ne amade ne ku tevî zehmetiyên xwe, xeteriyeke ewqas mezin derbas bikin. Deriyê alîkariyan girtiye, tu kesî berpirsiyartiya kampên koçberan  ji aliyê rêxistinên navnetewî ve, ranekir. Şerê ku li herêmên wan hatin derxistin û bû sedema ku koçber bibin, rewşa wan a jiyanê zehmet kir. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyê ji bo kampên koçberan pêşkêş bikin. Her em sersaxiyê ji welatên ku mirovên wan bi vîrûsê mirin û neçar in, dixwazin. Bi hêviya ku ev nexweşî li tevahî cîhanê  bi dawî bibe."