Kedkara malê Hacîre Ozturk: Dewletê her kes mexdur kir 2020-05-05 09:10:00   MÊRDÎN - Îsal meha Remezanê di bin siya krîza aborî û pandemî de derbas dibe. Kedkara malê Hacîre Ozturk diyar kir ku li malê bi pirsgirêkên aborî re anîne rû hev û got: “Em 8 kes li malê dijîn. Kesekî dixebite tune. Divê dewlet alîkariyê bide gel. Lê her roj peyamên '10 TL bexş bikin’ tên telefonên me.”   Îsal meha Remezanê di bin siya vîrûsa korona de didome. Salên borî li ser sifreyên qerebalix rojî dihat vekirin, lê îsal kes nikare ji malên xwe derkeve. Ligel pandemiyê krîza aborî jî bandorek mezin li ser malbatan dike. Kedkara malê Hacîre Ozturk rojên Remezanê û pirsgirêkên aborî vedibêje.   Hacîre ku 4 zarokên wê hene, diyar dike ku Remezanên berê xweş derbas dibûn lê îsal ji ber vîrûsê û krîza aborî bêzar bûne û got: “Ji ber krîzê û betaliyê pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Ciwanên me betal in. Ez ji ser malbata xwe mînak bidim. Li mala min 4-5 kesê dikarin bixebitin hene lê kar tune. Hatineke me tune. Du kurê min li kîjan derî dixin dibêjin kar tune. Krîz heye lê kar tune. Kurê min yê mezin piştî zanîngeh qedand salekê mamostetiya bi peyman kir. Piştre jî sazî girtin û her kes ji kar ji kar derxistin. Kurê min kar nabîne. Keça min jî wisa. Êdî debare zehmet bûye. Em niha bi mûçeyê teqawîtbûnê ya xezûrê xwe debara xwe dikin. Em 8 kes li malê dijîn. Xesuya min 5 sale li erdê ye û felc e. Ji bo derman û lênerîna wê butçeyek pêwiste.”   ‘Axa xwe em pêş bixînin’   Hacîre destnîşan kir ku dewletê digot wê di krîzê de kes mexdur nebe û wê piştgiriya aborî bidin û got: “Berovajî vê her kes mexdur bû. Tu kes ji dewletê alîkariyek aborî nade. Dewletê got wê rûpûşên bê pere belav bikin. Dibe ku nirxa wê ya aborî kêm be lê ji bo me ew jî tiştek e. Gotin xurek dane xizanan. Lê me ji derdora xwe tiştek wisa nedît. Lê her roj peyam tê telefona me dibêjin ’10 TL bexş bikin’. Gelek kes ne 10 TL, nikarin 50 kuruş hewcedarî bidin. Bi salane malbatên ku goşt neketina mala wan hene. Gelek kes bi saya sedeqeyan goşt dikarin bixwin. Ez bang li mirovên dewlemend yên herêma me dikim. Li şûna li metropolan razemenî tê kirin bên li ser axa xwe bikin. Ji ciwanên xwe re bikin. Em axa xwe pêş bixînin.”   ‘Em tu car ji deynên xwe xilas nabin’   Hacîreyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser zema ji bo fatureyan û got: “Me vê mehê 300 TL fatura avê da. Em her meh 400 TL fatura ceyranê didin. Em nikarin biçin marketên mezin. Em ji esnafên biçûk hewcedariyên xwe bi deyn digirin. Em bi mûçeyê xezurê min debarê dikin. Em ji deynan xilas nabin. Hevjînê min betale. Kar tune.”   ‘Ji ber vîrûsê em nikarin xwarinê jî ji hev re bibin’   Hacîreyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser Remezanên berê û wiha dawî lê anî: “Di salên borî de Remezan xweş derbas dibû. Em bi cîranên xwe re ligel hev bûn. Em rudiniştin, me sohbet dikir. Me bi hev re parve dikir. Lê niha em van yekî nakin. Ji ber vîrûsê em nikarin xwarinê jî ji hev re bibin. Ji ber vîrûsê em newirên hev bibînin.”