Keda nayê dîtin: Jinên berheman ji veguhestinê re amade dikin 2020-04-29 09:02:00   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jinên ku berhemên plastîk ên ji nava gelaşê tên topkirin ji veguhestinê re amade dikin diyar kirin ku ew karekî zahmet dikin û keda wan nayê dîtin. Jinan destnîşan kir ku dive civak di warê dfavêtina van berheman a nava gelaşê de baldar be û bizanibe ku cudakirina wan a ji hev gelek zahmet e.    Di demên dawîn ji ber ku berhemên plastîk ên di nava gelaşê de zêde bûn û zerareke mezin didin xwezayê li cihanê gelek tedbir tên girtin û di çarçoveya van tedbîran de ji bo ev berhem bên veguhestin kargeh hatin vekirin. Ji van kargehên ku veguhestinê dike yek jê jî li Mêrdînê ye. Lê heta ku ev berhem tên asta veguhestinê kedeke mezin tê dayîn. Li vê qada ku ked lê zêde ye jin cih digirin ûherî zêde keda jinê heye. Jinên li vê qadê ji me re kare dikin û zahmetiyên karen xwe nirxandin.   Jina bi navê Adîle Yûce, got karê ku ew dikin gelek  zor û zehmete û wiha got: “Ev berhemên plastîk ên nava gelaşê ji gelek cihan tên. Mînak ji Mêrdînê û navçeyên wê, ji Riha û navçeyên wê  û ji gelek cihên din tên. Ev berhemên ku ji gelek cihan tên li kargeha em lê dixebitin tên veguhestin.  Em di serî de naylon, kaxiz û şûşeyan ji hev vediqetînin. Piştre berhemên plastî ên ji heman rengî ku rengî ji yên din cuda dkikin. Komek jin li jêr û komek jin jî li jor em vî karî dikin. Piştî ku me berhemên ji heman rengî ji hev veqetandin dixin makîneyan. Di makîneyan de hemû hûr dibin. Karê herî zehemt jî veqetandina van berheman e. Ji ber ku divê  her reng cuda bê komkirin. Ger ku şaşî bibe em ji nû ve carekedin wan ji hev vediqetînin.”   ‘Em neçarin ku vî karî bikin’   Adîlen, bi lêv kir ku piştî ew plastîkan ji hev cuda dikin gemara wan jî cuda dikin û wiha direjî da axaftina xwe: “Cureyên plastîk ku em ji hev cuda dikin piştî di makîneyê re tê derbaskin û tê hûrkirin, em Piştre dişînin cihekî dinê dikin kursî, dolabên mutbexan û tiştên plastîk ên tên bikaranîn.  Karê me gelek zehmete. Lê  em neçarin ku vî karî bikin. Ji ber ku tim em xwar dibin pişta me diêşî. Em serê sibehê saet şeş û nîvan de dest bi kar dikin heta êvarê saet 5’an em dixebitin. Ez vî karî ji bo debarê dikim. Cara yekem min liv ir dest bi kar kir û du sal in li vir dixebitim. Lê li gorî kare ku em dikin qezenca me gelek kêm e.”   ‘Carekî destê min ket makîneyê û carekê jî nigê min şikes’   Jina bi navê Leyla Ozdemîr a ku 14 sal zêdetire karê vegûhestinê dike dibêje ku ew neçarin vî karî bikin. Leyla, anî ziman ku kar  heye lê hatiniya aborî ne zêde ye û wiha pêl da axaftina xwe: “ Ev kar her çiqas zor, zehmet û qirêj be jî em neçarin bikin. Ji ber ku wekî din karê em bikin tüne ye. Navberekî ez nexweş ketim û min dev jê berda. Piştre ji ber debara xwe ez neçar mam carekedin ez hatim. Carekî destê min ketê hindirê makîneyê û carekê jî ez ketim nigê min şikest. Ji ber gemarê ez nexwmeş ketim û emeliyat bûm. Di nav malbatê de kesê bixebite tüne ye û tene ez dixebitim. Xwîşka min jî li vir dixebitî nigê wê ket ber makîneyê û nigê wê şikest. Ew nika li malê ye. Ev karê ku em niha dikin jî gelek zehmete. Lê ji bo debarê em neçarin bixebitin.”   ‘Karê mêran jî em jin dikin’   Leylayê, diyar kir ku hemû kar zahmetin lê ya vî karî zêdetir e û wiha bahsa zahmetiyên kare xwe kir: “Gelaşa ku tê em derdikevin ser kamyonan dadixînin û ji hevdû vediqetînin û piştre jî em dişkînin. Karê mêran jî em jin dikin. Dema mirov ji derve de dinêre dibêje ev kar ne zehmete. Lê belê rastî jî ev kar gelek zehmete. Em serê sibehê li ser nigane heta êvarê. Em bi testên xwe hemû gelaşê ji hevdû vediqetînin û di makîneyê re derbas dikin hûr dikin. Bêhna wê gelek giran e. Çi bê bîra we di nav vê gelaşê de heye û em ji hev vediqetînin. Ev bêhn jî dibe sedema nexweşiyê. Carna di nav vê gelaşê de mişkên mirî jî hene. Êdî çi tiştê qirêj bê bira wae heye. Pirê caran ji ber ku madê me dimîne em nikarin xwarinê bixwin. Niha em li vir giştî nêzî 100 kes dixebitin û li cihê ku ez dixebitim 15 jin hene. Beriya krîza aborî hejmara me gelek zêde bû. Lê belê piştî krîzê hejmara me gelek kêm bû.”   ‘Di vî karî de keda jinê gelek zêde ye’   Leyla, diyar kir ku  tiştên plastîk ên ku li firoşgehan tên hilberandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Madeyekî tevlî van naylonan dikin û çêdikin. Di nav gelek astan re ev gelaş derbas dibe heta ku ev berhem jê tên afirandin. Bi roj komeî û êvarê jî komek xebatkar dixebitin ji bo kar bihigînin. Makîneyên me tu carî nasekinin. Ev kar ne karekî hêsane. Di dikanan de ev tiştên plastîk ku erzan tên firotin ne bi rehetî tên wan deran.  Niha piştî krîzê kar gelek kêm bûye. Di vî karê de keda jinê gelek zêde ye. Bila hemû kes van berhemên plastîk baldartir bi kar bînin. Bila bizanibin ku ev kar çiqasî zehmete. Dema gelaşa xwe avêtin bila van berheman cuda bikin.”