Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê hat aşkerakirin 2020-04-27 16:19:00   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kir.   Ji ber vîrûsa koronayê konfedarsyonên karker û kedkaran dê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi girseyî pêk naynîn. Lê dê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê heta roja 1’ê Gulanê li cihên cuda yên Stenbolê bi daxuyaniyan daxwazên xwe bînin ziman. Van hêzên ji sazî û dezgehên kedê pêk tê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kirin.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê banga piştevanî û têkoşîna roja 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin her kes li cihê xwe daxwazên xwe bîne ziman.   Hin daxuyaniyên dê werin lidarxistin wiha ne:   * 28’ê nîsanê li ber Nexweşxaneya Çapayê saet di 12.30’an de.   * 28 Nisan; Li pêşiya Fikirtepe Fortis Sinanliyê saet di 12.30'an de.   * 28’ê nîsanê li ber Pîşesaziya Haramîderyê saet di 18.00’an de.   * 28’ê nîsanê li Sîteya Pîşesaziya Birincvan û Sifir a li miqabilî Mîgrosa Beylîkduzu saet di 18.30’an de.   * 29 Nisan; li pêşiya PTT'ê ya Sirkeciyê saet di 13.30'an de   * 29’ê nîsanê li Pira Îçmeler a Tûzlayê saet di 17.00’an de.   * 29’ê nîsanê li Parka Arena Îkîtellî saet di 18.00’an de.   * 30’ê nîsanê Rêxistinên Jinan dê li Kazancî Yokûşû ya Taksîmê bîranîna jinan li dar bixin, saet di 18.00’an de.   * 30’ê nîsanê an jî roja 1’ê Gulanê bîranîna plansaziya wê li Kazanci Yokûşû tê kirin dê li gorî destûra ji Walîtiya Stenbolê were dayîn bê lidarxistin.