Hanîfe Kardaş: Divê ji bo karkeran tedbîr bên girtin 2020-04-25 09:01:00   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevseroka DÎSK'ê ya Şaxa 2'yem ya Amedê Hanîfe Kardaş diyar kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde karker mexdûr bûn û her wiha bi taybetî jî jin û got: "Ji bo karkerên ku niha jî dixebitin tedbîrên cidi nehatin girtin û her wiha di serî de jî karkerên jin ji kar hatin derxistin. Ev tişt ji ber polîtîkayên AKP'ê yên mêrantiyê pêk tên."   Li Tirkiyê her ku diçe hejmara bekariyê zêdetir dibe. Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2019’an de 4 milyon û 566 hezar kes bê kar in. Hejmara ciwanên bê kar ji sedî 26.1, hejmara jinên bê kar jî ji sedî 32.9’an. Lê belê piştî şewba vîrûsa koronayê asta bêkariyê zêdetir bû. Hevseroka Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa 2'yem a Amedê Hanîfe Kardaş di derbarê daneyên bê kariyê de ji ajansa me re axivî.    'Şewbê bondor li ser aboriyê jî kir'   Hanîfe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser daneyên TUÎK'ê yên derbarê bêkariyê de û wiha got: "Gelek caran daneyên rast nayên nîşandan. Niha karesetek heye û bi milyonan mirov jê bandor bûn û gelek kes jî bêkar man. Bi şewbê re gelek kargeh hatin girtin û bi hezaran kedkar ji kar hatin avêtin. Korono di rojên yekem de bandora xwe li ser aboriyê kir. Ev yek esnafên biçûk, kedkarên bê temînat dixebitin ji pir bandor bûn. Ev dîmenên karasetek mezin e.    'Bila hikûmet berpirsiyariya xwe pêk bîne'   Hanîfe, destnîşan kir ku li dijî derxistina ji kar pêşnûmeyek hat amadekirin û û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me di serî de bang kir ku divê kedkar ji kar neyên derxistin û ji derxistina kar bê qedexekirin. Lewra pêşnûmeyeke ji 62 madeyan pêktê hat amadekirin. Di pêşnûmeyê de ji kar derxistin heta 3 mehan hat qedexekirin. Lê ev tişt li gorî keyfa hikûmetê û karsazan dê bê dirêjkirin. Her wiha ji bo karkerên ku hatine derxistin jî dê muçeyek bê dayîn. Lê ev tişt têr nake divê hikûmeta berpirsiyariya xwe pêk bîne."   ‘Divê ji bo karkeran tedbîr bên girtin'    Hanîfe, da zanîn ku bi pêşnûmeyê jî gelek mafên karkeran hat binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêyî îradeya karkeran ew bê muçe yan ji bi muçeyek bi qasî 39 TL bi destûr ji kar tên veqetandin. Gelek xebatkar ji ligel mezinbûna karesetan hîna dixebitin. Lewra gelek ji van karkeran ji di şert û mercên gelek lewaz de kar dikin. Ger ku hikûmet van hevalên me neçarê xebitandinê dike an jî dide xebitandin, pêwîste ji bo wan ji tedbîr jî bigire. Mirin an jî ketina bi şewbê ya karkeran hikûmet berpirs e. An divê ewlehiya karkeran bê girtin an jî divê destûra bi muçe bide karkeran."   'Divê pêvajoyê de herî zêde jin mexdûr bûn'   Hanîfe, diyar kir ku di pêvajoyên bi vî rengî de herî zêde jin mexdûr dibin û wiha bi lêv kir: "Her wiha di vê pêvajoyê de gelek jin ji kar hatin dûrxistin û miha li malê ne. Ev tişt ji ber îktîdara AKP'ê ya mêrantiyê pêk hat. Çi qeyran dibe bila bile her tim li ser jinê bi bandor dibe û wekî niha. Niha barê herî giran li ser milê jinê ye. Her wiha li gel barê girina jî şîdeta li hemberî jinê jî di vê pêvajoyê de zêdetir bûye. Li her qadê keda jinê tê binpêkirin û nayê dîtin. Her wiha di vê pêvajoyê de kesên ku demildest ji kar hatin derxistin jî jin bûn. Ev tişt nîşan dide hejmara jinên ku bê kar zêde bûne. Em wekî DÎSK'ê li dijî hişmendiya zayendperest têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi yekitî û hêza jinê bersiv bidin îktîdara AKP’ê.”